Şerê Pêşmerge û artêşa Îraqê: Şehîd û birîndar hene

22-10-2023
Nîşan Mexmûr Pêşmerge Artêşa Îraqê Şehîd Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di şerê Pêşmerge û artêşa Îraqê de Pêşmergeyek şehîd ket, Pêşmergeyên birîndar hene.

Li Mexmûrê di navbera Pêşmerge û artêşa Îraqê de şer rû da.

Li gorî agahiyên Rûdawê, îro saet 16:00an li Mexmûrê di navbera Pêşmerge û artêşa Îraqê de şer derket.

12 Pêşmerge bi birîndarî rakirine nexweşxaneyê

Nûçegihana Rûdawê Peyam Serbestê da zanîn ku 12 Pêşmerge bi birîndarî rakirine Nexweşxaneya Rojavayê ya li Hewlêrê.

Peyam Serbestê destnîşan kir ku Pêşmergeyê bi navê Hawrê Cewher Ferhad li vê nexweşxaneyê şehîd ketiye û birînên Pêşmergeyekî jî xedar in.

Nûçegihanê Rûdawê Ferhad Dolemerî jî amaje pê kir ku artêşa Îraqê şer daye destpêkirin û Pêşmergeyan bersiv daye êrişa wan.

Dolemerî destnîşan kir ku herî kêm 12 leşkerên artêşa Îraqê hatine kuştin û birîndarkirin.

PKKyê hefteya borî li navçeya Mexmûrê 4 xalên kontrolê yên li Çiyayê Qereçokê radestî artêşa Îraqê kirin.

Li gorî agahiyan, şer di nava Pêşmergeyan û hêzên Îraqî yên li van xalan de rû daye.

Piştî şerê di navbera her du aliyan de, artêşa Îraqê hêzên xwe li xaleke kontrolê bi cih kirine.

Ferhad Dolemerî diyar kir 2 ji wan xalên kontrolê di destên artêşa Îraqê de ne, 2 jî di destên Pêşmergeyan de ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst