Li Wanê berfê lê kir

22-10-2025
Nîşan Wan Berf Miks
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Wanê berf bariya û deverên bilind spîçîl bûn.

Li ser rêya navçeya Miksê ya Wana Bakurê Kurdistanê dest bi xebatên paqijkirina rê hat kirin

Li bajêr ji doh û pê ve baran dibare û baranê li deverên bilind cihê xwe ji berfê re hîşt.

Li hinek deverên bilind ên Miksê stûriya berfê gihîşt 25 santîman.

Ajokarên ku ji ber berf û mijê zehmetî kişandin, wesayîtên xwe li kêleka rê sekinandin û heta demekê li wir rawestiyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst