Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ciwanekî piştî girtina Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag şîranî li xelkê belav kir.
Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdagê ku bi nijadperestî û dijayetiya Kurd û koçberan tê naskirin roja 22yê Kanûna Paşîn a 2025an bi tohmeta "handana xelkê ya dijmindarî, kîn û nefretê" hat girtin.
Girtina Ozdag di nav hinek aliyan de bû sedema karvedanan lê hinek kes jî bi girtina wî kêfxweş bûn.
Ciwanekî ji Amedê yê bi navê Yusuf li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku wî ji ber girtina Umît Ozdag şîranî li xelkê bajêr belav kiriye.
“Min tama devê Sûriyeyiyan û xelkê Amedê xweş kir”
Xortê navborî wêneyên belavkirina şîraniyê jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kirin û got:
“Ji ber ku Umît Ozdag hat girtin min loqum belav kir. Min bi vê yekê jî tama devê Sûriyeyiyan û xelkê Amedê xweş kir.”
Umît Ozdag 20ê Kanûna Paşîn di çarçoveya lêpirsînê de hat destserkirin.
Roja sêşemê piştî karûbarên îfadeyê yên li dozgeriyê biryar hat dayîn ku Umît Ozdag ji tohmeta "heqareta li Serokkomar" bê berdan lê dozger ji tohmeta "handana xelkê ya dijmindarî, kîn û nefretê" bi daxwaza girtinê ew şand dadgehê.
Dadgehê jî biryara girtina Ozdag da.
umİT Özdağ tutuklandı diye lokum dağıttım. Suriyeli ve Diyarbakır halkının ağzını tatlandirdim :) pic.twitter.com/FaQtqYDHOy
— Yusuf (@Gazze_1) January 22, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse