Hewlêr (Rûdaw)- Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Şêx Cefer Şêx Mistefa, Sekreterê Encumena navendî ya partiya xwe Adil Murad bi sîxuriyê tohmetbar kir.
Şêx Cefer Şêx Mistefa ji rojnameya Hawlatî re ragihand: “Adil Murad ji Serokwezîrê Iraqê yê Berê Nûrî Malikî re pêşniyar kiribû ku mûçeyê fermanberên Kurdistanê bibirre, da ku xelk li dijî desthilatê raperînê bikin.”
Ev gotinên Şêx Cefer wek bersiv li ser wan gotinên Adil Murad hatin, ku rexne li kesên ku daxwaza dirêjkirina serokatiya Mesûd Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê kiribûn, girt.
Wî endamê polîtburoya YNKê Adil Murad bi sîxuriyê tohmetbar dike û dibêje: “Carekê sîxurî li ser partiya me kir û li Ewropayê mal bi mal û tax bi tax geriya da ku YNKê wek rêxistineke terorê bide naskirin. Herwiha carekê sîxurî li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Hikûmeta Kurdistanê jî kir.”
Şêx Cefer Şêx Mistefa wiha domand: “Ez ji we re piştrast dikim ku, Sekreterê Encumena navendî ya YNKê Adil Murad ji Malikî re got mûçeyê fermanberên Kurdistanê bibirr.”
Tê zanîn ku ev derdora salekê ye, ku Hikûmeta Iraqê mûçeyên fermanberan û budceya Herêma Kurdistanê neşandiye û Herêma Kurdistanê di krîzeke darayî mezin de derbas dibe.



