Li Helebce û Silêmaniyê hejmara Nobedarên Sînor hat zêdekirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Helebce Silêmanî Hêzên Nobedarên Sînor ên Îraqê Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî destpêkirina şerê Îranê yê li gel Amerîka û Îsraîlê, hejmara Hêzên Nobedarên Sînor ên Îraqê li parêzgehên Helebce û Silêmaniyê hat zêdekirin.

Çavkaniyeke Hêzên Nobedarên Sînor ên Îraqê ji Rûdawê re ragihand ku ji bo parastina sînoran, wan hejmara hêzên xwe yên li wan her du parêzgehan zêde kiriye.

Sînorê Îraq û Herêma Kurdistanê yê bi Îranê re 1,458 kîlometre ye û zêdetirî 300 kîlometre li sînorê Silêmanî û Helebceyê ye.

Berpirsê ewlehiyê yê ku ji ber hestiyariya mijarê nexwest navê wî were eşkerekirin diyar kir ku ji ber zehmetiya cografyaya sînorê wan her du parêzgehanê bi Rojhilatê Kurdistanê re, pêdiviya herêmê bi hêzeke zêde ya sînor heye.

Parastina sînorên Silêmanî û Helebceyê yên bi Rojhilatê Kurdistanê re di stûyê Fermandariya Nobedarên Sînor a Herêma Yekê de ye ku ji du lîwayan pêk tê.

 Heman çavkaniyê ji Rûdawê eşkere kir ku ew hêza hatiye zêdekirin ji wan Nobedarên Sînor pêk tê ku bixwe xelkê Herêma Kurdistanê ne.

Şerê Îranê yê li gel Amerîka û Îsraîlê ji 28ê Sibatê ve dest pê kiriye.

Îraq û Herêma Kurdistanê tekez dikin ku ew rê nadin axa wan bibe çavkaniya êrişên li ser Îranê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst