Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê bi rêya telefonê bi Wezîrê Karên Derve yê Holendayê Tom Berendsen re li ser rewşa herêmê axivî.
Her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku divê ji bo rawestandina şer û çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan hemû hewl werin dayîn.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ji ber destpêkirina erkê wî yê nû Berendsen pîroz kir û serkeftin ji wî re xwest.
Nêçîrvan Barzanî her wiha spasiya alîkariyên berdewam ên Holendayê yên ji bo Herêma Kurdistanê kir.
Di berdewamiyê daxuyaniyê de hate wisa gotin, "Her du aliyan li ser pêşhatên herî dawî yên şer û rewşa aloz a herêmê bîr û rayên xwe anîn zimên.
Wan bi taybetî bal kişand ser encamên xeternak ên şer ên li ser aramî û aboriya herêmê û cîhanê."
Nêçîrvan Barzanî û Tom Berendsen tekez kir ku ji bo rawestandina şer çareseriya aştiyane ya nakokiyan ferz e.
Wezîrê Karên Derve yê Holendayê dilgiraniya welatê xwe û Yekîtiya Ewropayê ya derbarê berfirehbûna şer de anî zimên.
Tom Berendsen her wiha piştgiriya Holendayê ya ji bo parastina aramî û asayîşa Îraq û Herêma Kurdistanê ducare kir.
Bandora şer a li ser Herêma Kurdistanê, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê, giringiya dûrxistina Îraqê ji şer û bipêşxistina hevkariya bi Holendayê re mijarên din ên peywendiya telefonî bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse