Li Çiyayê Qendîlê wesayîtek ket rûbar

23-03-2026
Nîşan Çiyayê Qendîlê Qeza Bira
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro serê sibehê, li bajarokê Sengeserê (Silêmanî) wesayîtek wergeriya û tevlî her 3 rêwiyên xwe ket nava Rûbarê Garfênê.

Bûyer li fetlonekên Çiyayê Kurtekê yê quntara Çiyayê Qendîlê qewimî.

Çarenivîsa kesekî ne diyar e

Berdevkê Saziya Parastina Sivîlan a Raperînê Elî Qadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

"Her sê kesên ku di wesayîtê de bûn birayên hev in. Du ji wan cêwî ne û temenê wan di navbera 45 û 47 salan de ye."

Elî Qadir derbarê rewşa wan de jî agahî dan.

Wî eşkere kir ku her du bira bi sivikî birîndar bûne lê belê heta niha çarenivîsa yekî ji cêwiyan nediyar e.

Ji bo sersaxiyê diçûn gund

Ew her sê bira xelkê gundê Pirdememkê ne.

Ev gund li quntara Çiyayê Qendîlê ye lê mala wan li bajarokê Çiwarqurneyê yê Raperînê ye.

Li gorî gotina xizmên wan, ew ji bo sersaxiyê vedigeriyan gundê xwe lê wan di rê de ev qeza kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst