HSD: 28 efserên me tevlî Koleja Leşkerî ya Sûriyeyê dibin

1 demjimêr berê
Nalîn Hesen
Nîşan HSD Sûriye Koleja Leşkerî Perwerde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyeke pilebilind a leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji Rûdawê re ragihand ku dê di nava 3 rojên bê de 28 efserên HSDyê biçin Koleja Leşkerî.

Ev kolej bi ser Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ve ye.

Li gorî heman çavkaniyê, ev koma yekem e ku ji bo perwerdeyê diçe Şamê.

Ji wan 28 efseran 18 kes ji herêma Cizîrê û 10 kes jî ji herêma Kobaniyê ne.

Dê bibin fermandarên lîwayan

Ev 28 efser dê bibin fermandarên wan lîwayan ku li gorî peymana 29ê Kanûna Paşîn tên avakirin.

Perwerdeya wan dê di navbera 6 meh û salekê de bidome.

Armanc ji vê perwerdeyê amadekirina fermandarên lîwa û ketîbeyan e.

Piştî bidawîhatina dewreyê, ew dê pileyên leşkerî yên wekî mîrlîwa û serheng wergirin.

Heman çavkaniyê da zanîn ku biryar e di paşerojê de komeke din a efseran jî ji bo perwerdeya fermandariya lîwayan (seriye) bişînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst