Hewlêr (Rûdaw) - Îro du dronên li ser asmanê navenda bajarê Hewlêrê ji aliyê pergalên parastina asmanî ve hatin xistin.
Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji çavkaniyên ewlehiyê wergirtine, di nava rojê de bi giştî 10 dron hatine avêtin û hedefa sereke ya êrişan Hewlêr bûye.
Li asmanê Hewlêrê liv û tevgereke zêde
Vê êvarê derdora saet 20:00î, du dron li ser asmanê navenda bajêr hatin dîtin û ji aliyê pergalên parastina asmanî ve hatin xistin.
Parçeyên dronan li ser taxên niştecihbûnê ketin û di nav xelkê de tirs û xof çêbû.
Droneke din ku di saetên serê sibehê de hatibû xistin, li ser malekê li Hewlêrê ket û bû sedema derketina şewatê.
Êriş li ser herêmên sivîl û leşkerî belav bûn
Tevgera zêde ya li asmanê Hewlêrê ya îro tenê bi navenda bajêr sînordar nema.
Li devera Girdeçalê ya nêzîkî Hewlêrê, kampeke ku malbatên partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê lê diman, rasterast bi dronekê hat armanckirin.
Droneke din jî li devera Kesnezanê ya li bilindahiyên bajêr ket xwarê û ti ziyanên canî çênebûn.
Di saetên êvarê de dronek li Geliyê Alanayê yê navçeya Xelîfanê ket xwarê.
Di heman demê de li Germiyanê jî çar dron ketin xwarê lê hêj ne diyar e ka ji ber pirsgirêkeke teknîkî ketine yan ji aliyê pergalên parastinê ve hatine xistin.
Hêzên ewlehiyê di amadebaşiyê de ne
Hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê derbarê ziyanên madî û birîndarên muhtemel ên ji ber êrişan hêj daxuyaniyeke berfireh nedaye.
Lê hat ragihandin ku hemû pergalên parastinê yên li herêmê ketine asta herî bilind a amadebaşiyê.
Bîlançoya şer girantir dibe: 400 êriş
Ji 28ê Sibata 2026an û vir ve, piştî ku Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê dest bi operasyonan kir, Herêma Kurdistanê bi awayekî sîstematîk dibe hedefa êrişan.
Li gorî amarên Rûdawê, ji destpêka şer û vir ve zêdetirî 400 mûşek û dronên kamîkaze avêtine Herêma Kurdistanê.
Hewlêr di van êrişan de navenda sereke ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse