Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Sîpan Hemo êrişa mûşekî ya li ser baregeha "Xirab Cîrê" ya li gundewarê Dêrikê ya parêzgeha Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û hikûmeta Îraqê wekî "berpirsiyarê rasterast" dît.
Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê yê Herêma Rojhilat Sîpan Hemo derbarê êrişa li baregeha Xirab Cirê daxuyanî da.
Sîpan Hemo êrişa ku îro êvarî li ser baregeha "Xirab Cîrê" hatibû kirin şermezar kir û got, "Ev êriş bi rêya çend mûşekan bû ku ji axa Îraqê ve hatin avêtin."
"Bila Bexda berpirsyariya xwe bi cih bîne"
Hemo rexneyên tund li Bexdayê girtin û got, "Em desthilatdarên Îraqê wekî berpirsiyarê temam û rasterast ê vî karî dibînin, ji ber ku nekarîne axa xwe kontrol bikin û rê li ber bikaranîna wê ya ji bo êrişên ku gefê li ewlehî û silametiya axa me dixwin, bigirin."
Hemo her wiha diyar kir ku di êrişê de tenê ziyanên madî çêbûne û ti ziyanên canî di nav hêzên leşkerî de nebûne.
Wî ji Îraqê xwest ku "demildest" berpirsyariyên xwe bi cih bîne û ji bo ku rê li ber dubarebûna van binpêkariyan bigire tedbîrên tund wergire.
"Êriş bi rêya dronan bû"
Êvara duşemê, çavkaniyekê ji Qamişloyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro êvarê dengê 4 heta 6 teqînan li derdora baregeha "Xirab Cîrê" ya li gundewarê Dêrikê hatiye bihîstin.
Wê çavkaniyê amaje bi wê yekê kir ku "êriş bi rêya dronan bûye û berî ku bigihe armanca xwe, hatiye têkbirin."
Baregeha "Xirab Cîrê" berê ji aliyê hêzên Amerîkayê ve dihat bikaranîn, lê niha ti leşkerên Amerîkayê lê nînin û tenê hêzên Asayişa Rojavayê Kurdistanê û hêzên ewlehiya giştî yên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê tê de bicih bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse