Amerîka û Îsraîlê Rojhilatê Kurdistanê bombebaran kir

2 demjimêr berê
NASIR PÎROTÎ
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Amerîka Îsraîl Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî zêdetirî hefteyekê ji rawestandina êrişan, Amerîka û Îsraîlê careke din li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest bi êrişan kir.

Ji berbanga duşemê ve li bajarên Urmiye û Xurremabadê êrişî çend cihan hat kirin.

23yê Adarê, 24 roj di ser destpêkirina şerê Amerîka-Îsraîlê yê li dijî Îranê re derbas dibin.

Êrişên Amerîka û Îsraîlê ji şeva Yekşemê heta piştî nîvroya duşemê bi vî rengî bûn.

Rojhilatê Kurdistanê

Berbanga duşemê li navenda bajarê Xurremabadê yê parêzgeha Loristanê armancek û li derdora bajêr jî du cih hatin bombebarankirin.

Li gorî çavkaniyên Amerîkayê, yek ji wan cihên ku hatiye bombebarankirin baregeheke mûşekî ye.

Derbarê armanca li nav bajêr, berpirsên Loristanê dibêjin, avahiyek li nav taxa niştecihbûnê hatiye bombebarankirin û ziyan gihîştiye hejmarek malên derdorê jî.

Di encama êrişê de ziyanên canî çêbûn û Parêzgeriya Loristanê heta piştî nîvroya duşemê ragihand ku 9 kesan canê xwe ji dest da û zêdetirî 40 kes jî birîndar bûn.

Her wiha li nav bajarê Urmiyê berbanga duşemê avahiyek hat bombebarankirin.

Piştî êrişê, karebaya beşek ji taxên nav bajarê Urmiyê hat birîn, lê Birêveberê Karebayê yê Parêzgeha Urmiyê dibêje, wan beriya nîvroya duşemê pirsgirêka birîna karebayê çareser kiriye.

Tehran û parêzgehên din

Duşemê li parêzgehên Tehran, Îsfehan, Elburz, Kirman, Azerbeycana Rojava, Fars, Hurmuzgan, Bûşehr û Xûzistanê bi dehan cih hatin bombebarankirin.

Piraniya êrişan li nav bajarê Tehranê û derdora wê bûn.

Ji şeva yekşemê ve, li bakur, başûrrojhilat, rojava û navenda Tehranê, li taxên (Niyaweran, Enderzgû, Fermanî, Nowbunyad, Çîzer, Yûsif Abad û Tehranpars), li kolanên (Mukran, Pîrûzî, Hêrewî, Kargerê Başûr, Pastor) û li derdora meydanên (Azadî, Nemaz, Înqilab) çendîn cih bûne hedef.

Yek ji wan cihên ku li Tehranê hatiye bombebarankirin, avahiya pîşesaziya elektronîk a ser bi Wezareta Parastinê ya Îranê ve ye.

Medyaya Îranê jî dibêje, di êrişên berbangê de li başûrê rojhilatê Tehranê dibistanek bûye hedef.

Ji bilî nav bajêr, li ser rêya Tehranê ya ber bi Demawendê ve û her wiha li devera (Xeyrabad) a ser bi bajarê Weramînê ve çendîn cih bûne hedef.

Berdevkê Şaredariya Tehranê roja Duşemê ragihand, ji destpêka şer ve 468 cih li paytexta Îranê bûne hedef.

Wî berdevkî her wiha got, "Ziyan gihîştiye 24 hezar yekeyên niştecihbûnê."

Sibeha duşemê, baregeha Hêza Asmanî ya Supaya Pasdaran a li bajarê Bûşehrê yê başûrê Îranê careke din hat bombebarankirin.

Her wiha avahiya Birêveberiya Keşnasiyê ya Parêzgeha Bûşehrê jî bû hedef.

Li nav bajarê Tewrêzê jî çend cih hatin bombebarankirin. Yek ji armancan, avahiyeke niştecihbûnê ye li taxa (Şehrekê Nesr).

Her wiha armancek li nav parkeke nav bajarê Tewrêzê hatiye bombebarankirin.

Medyaya Îranê belav kir ku di encama van her du êrişan de 6 kesan canê xwe ji dest da.

Nêzîkî saet 01:00ê berbanga Duşemê bi dema Îranê, sê cih li nav bajar û derdora bajarê Îsfehanê hatin bombebarankirin.

Her wiha li derveyî bajarê (Şahînşehr) ê Îsfehanê jî êrişî armanceke leşkerî hat kirin.

Derengiya şeva yekşemê jî li bajarê Şîrazê yê parêzgeha Farsê, du cih bûn hedef.

Her wiha li nêzîkî bajarê Talişê yê parêzgeha Gîlanê, li peravên Deryaya Xezarê, baregeheke Supaya Pasdaran û firokexaneyeke leşkerî hatin bombebarankirin.

Li başûrê Îranê, roj û şeva Yekşemê çend armanc li parêzgehên Hurmuzgan û Bûşehrê hatin bombebarankirin.

Li gorî gotina niştecihên bajarê Bûşehrê, ji saet 10:00 heta 10:30ê şevê, pênc cih li wî bajarî hatine bombebarankirin.

Li parêzgeha Hurmuzganê ya başûrê Îranê jî, ji êvara yekşemê heta sibeha duşemê êrişî çend cihên li bajarên Bender Ebas û Bender Lengeyê hat kirin.

Li Bender Ebasê, cihekî avêtina mûşekan hat bombebarankirin.

Qaymeqamê Bender Lengeyê ji medyayê re gotiye, otomobîleke hêzên parastina sivîl li derdora wî bajarî bûye hedef û karmendekî wê fermangehê birîndar bûye.

Her wiha dibêje, ew otomobîl ji bo vemirandina agir ber bi cihekî ve diçû ku piştî bombebaranê agir pê ketibû.

Êrişa li ser baregeheke mûşekî ya li bilindahiyên pişt (Parka Kuhistan) a derdora bajarê Yezdê jî didome.

Di 24 saetên borî de, ew cih çar caran bi firokeyan hatiye bombebarankirin. Ji rojên destpêka şer ve, ew cih bi berdewamî tê bombebarankirin.

Armanca êrişan

Hikûmet û berpirsên Îranê bi awayekî fermî nav û agahiyan li ser wan cihên ku ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve tên bombebarankirin belav nakin.

Lê li gorî agahiyên ku Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) û artêşa Îsraîlê belav dikin, heta niha berpirsên bilind ên siyasî, fermandar û berpirsên leşkerî û ewlehiyê, baregehên mûşekî, cihên hilberîna mûşek û dronan, pergalên parastina asmanî, baregehên Supaya Pasdaran û artêşê, beşek ji dezgehên hikûmetê, baregehên polîs û pasevanên sînor, xalên pişkinînê yên Besîc û polîs dikin hedef.

Lê berpirsên Îranê dibêjin, ji bilî armancên leşkerî, Amerîka û Îsraîl êrişî cihên niştecihbûnê yên xelkê sivîl dikin û cihên neserbazî jî dikin hedef.

Serokê Rêxistina Heyva Sor a Îranê Pîrhuseyîn Kulîwend yekşemê ji medyayê re got:

"Heta niha 81 hezar cihên neserbazî yên wekî navendên tenduristiyê, dibistan û ambulans bûne hedef."

Ji destpêka şer ve, xetên înternetê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine sînordarkirin û hejmareke kêm a xelkê dikare înternetê bi kar bîne.

Beşek ji wan kesên ku înterneta wan heye, agahiyan li ser cih û dema bombebaranên Amerîka û Îsraîlê belav dikin an jî ji medyayê re dişînin.

Press TV, kanala fermî ya hikûmeta Îranê ya bi zimanê Îngilîzî, ji zarê çavkaniyeke ewlehiyê ya wî welatî belav kir, piştî ku wan karîbû ziyanê bigihînin firokeyeke F-35 a Amerîkayê, êrişên Amerîka û Îsraîlê bi firokeyan li navçeyên navenda Îranê kêm bûne.

Şerê piştî peyama Trump

Êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê didomin, di demekê de ku Donald Trump roja Duşemê ragihand, "Gotûbêjên me yên baş û bi berhem li gel Îranê hebûn."

Ji ber vê yekê wî ferman da Wezareta Şer ku êrişa li ser santralên karebayê û binesaziya enerjiyê ya Îranê pênc rojan paş bixe.

Trump berbanga yekşemê 48 saet dem dabû Îranê û ragihandibû, eger Tehran di wê demê de Tengava Hurmuzê veneke, ew dê êrişî santralên wî welatî bikin.

Lê ajansên nûçeyan ên Mehr û Fars ên Komara Îslamî ya Îranê red kir ku ti dan û standinek di navbera Tehran û Washingtonê de hebe û dibêjin:

"Ew daxuyanî ji bo wê yekê ye ku demê bikirin ji bo cîbicîkirina planên leşkerî."

Her wiha piştî ku Kanala 12 a Îsraîlê û malpera Axios a Amerîkayê ji zarê "berpirsekî payebilind ê Îsraîlî" bêyî ku navê wî bînin, belav kir ku ew kesê Washington dan û standinan pê re dike, Mihemed Qalîbafê Serokê Parlamentoya Îranê ye.

Qalîbaf di posta xwe ya li ser tora Xê de ragihand:

"Heta niha ti dan û standinek bi Amerîkayê re nehatiye kirin.

Nûçeyên sexte ji bo lîstina bi bazara darayî û petrolê û rizgarbûna ji wê zilmê ye ku Amerîka û Îsraîl tê de asê mane.

Gelê Îranê daxwaza cezayeke temam û poşmanker ji destdirêjkeran dike."

Trump îro di konferanseke rojnamegeriyê de got ku ew bi berpirsê herî birêz ê Îranê re dan û standinan dikin û ew kes ne Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî ye, lê di heman demê de got:

"Ez naxwazim bibêjim ew kesê ku em li Îranê pê re diaxivin kî ye, da ku neyê kuştin."

Li aliyekî din, artêşa Îsraîlê piştî nîvroya duşemê û yekser piştî peyama Trump belav kir ku ew dê pêleke din a êrişan li ser Îranê bidin destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst