Li Dêrismê tenê jinek maye ku cilên Kurdî didirû

23-04-2019
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Dêrsim Kurdistan Jin Cilên Kurdî Cemîle Yildiz
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Cemîle Yildiz, yekane jin e ku li bajarê Dêrsim a Bakurê Kurdistanê kincên Kurdî didirû.

 

Ew terzîvana Kurd a ji Dêrsimê 62 salî ye lê hêj jî di dirûtina cilên Kurdî de berdewam e.

 

Cemîle Yildiz ji Rûdawê re dibêje ew yekane jin e ku li tevahiya Dêrsimê cilên Kurdî didirû û tekez dike ku ew ji dayîka xwe fêrî dirûtina cilên Kurdî bûye.

 

Di berdewamiya axavtina xwe de, Cemîle Yildiz amaje bi wê yekê jî dike ku kesên ku genc in zêdetir hez dikin cilên Kurdî li xwe bikin û ji kultura kurdewarî hez dikin.

 

Firoşkarên Cemîleyê dibêjin, tiştên kulturî bo wan girng in ji ber vê yekê ew serdana wê firoşgehên dikin.

 

Kesên ku ji firoşgeha Cemîle Yildizê cilên Kurdî dikirin, ne tenê Kurd lê belê geştyarên Ereb, Tirk û herwiha geştyarên ji welatên Ewropayê jî ne.

 

Welatiya bi navê Ozkan Oçadlî ji Rûdawê re da xuyakirin: “Em li aliyekê şal û li aliyekê din şûtik û kofiyê dibînin. Her tişta k utu ji kultura berî bixwazî li vir dibînî. Ku tu dikevî hundir, diyar e ku evder kuder e. Bêhna nirx û kulturan tê te.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst