Qaqlîbazên Semsûrê çima dimirin?

23-04-2024
Nîşan Semsûr Qaqlîbaz Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber ku li Bendava Ataturkê ya li Semsûra Bakurê Kurdistanê gelek qaqlîbaz dimirin dest bi lêkolînê hat kirin.

Tîmên Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî yên bajêr agahî stand ku li peravên Bendava Ataturkê qaqlîbaz dimirin.

Tîman qaqlîbazên mirî birin Enstîtuya Weterîneriyê ya Edeneyê da ku sedema mirina wan were tesbîtkirin.

“Tirs ketiye dilê me”

Muxtarê gund Emrah Demîrbay li ser vê rewşê got:

“Heta niha tiştekî wiha rû nedaye. Tirs ketiye dilê me.

Em li bendê ne ku encam eşkere bibin û sedema mirina qaqlîbazan bê fêhmkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst