Hewlêr (Rûdaw) - Li nahiyeyên Basirma û Rizgariyê yên parêzgeha Hewlêrê 2 dron ketin xwarê lê belê ti zererên wan çênebûn.
Çavkaniyekê ji birêvebiriya nahiyeya Basirmayê ya parêzgeha Hewlêrê ji bo Rûdawê ragihand ku îşev saet 19:20î, dronek li nêzîkî gundê Babê Cîskê ketiye xwarê.
Wê çavkaniyê da zanîn ku di encama ketina wê dronê de ti zerereke canî çênebûye.
Droneke din li nahiyeya Rizgariyê ket xwarê
Her wiha di heman demê de droneke din jî li nahiyeya Rizgariyê ya li sînorê qezaya Xebatê ketiye xwarê.
Hate ragihandin ku ew dron jî bêzerer ketiye xwarê û li wir jî ti xisarek nehatiye qeydkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse