Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê guhertina navên dibistanan hat şermezarkirin.
Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê dest bi guhertina navên dibistanên Rojavayê Kurdistanê kir. Li hemberî vê yekê, xelkê bajarê Dêrikê daket qadan û xwenîşandanek li dar xist.
Piraniya dibistanên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve bi navên şehîdan û kesayetiyên Kurd hatine binavkirin.
Lê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê dixwaze van navan biguherîne.
"Navên şehîdên me xeta sor in"
Îro xelkê bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê, xwendekar û mamosteyan ji bo şermezarkirina biryara hikûmetê xwenîşandanek li dar xist.
Xwenîşanderan nerazîbûna xwe ya li hemberî helwesta hikûmetê anî zimên û destnîşan kir ku "Navên şehîdên me xeta me ya sor e."
Meşê ji Qada Azadiyê dest pê kir û li naverasta sûkê veguherî mîtîngê.
Li wê derê daxuyaniyek bi navê xwendekaran ji aliyê xwendekar Evlîn Eliyê ve hat xwendin.
"Bê ziman jiyan nabe"
Xwenîşanderan di daxuyaniya xwe de xwest ku mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî di destûra Sûriyeyê de were misogerkirin û got, "Zimanê me nasnameya me ye û bê ziman jiyan nabe."
Li Reqa û Tebqayê jî nav hatibûn guhertin
Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê dixwaze hemû wan navan rake ku Rêveberiya Xweser li dibistanan kirine.
Beriya niha jî Hikûmeta Demkî li herêmên wekî Reqa û Tebqayê navên wan dibistanan guhertibû ku li ser navê şehîdan hatibûn binavkirin.
Ev pêngava hikûmetê li deverên cuda yên herêmê rastî nerazîbûnên tund tê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse