Tifaqa partiyên Rojhilat bangî Kurdan kir: Li dijî êrişên Îranê bibin yek
Hewlêr (Rûdaw) - Tifaqa ku ji şeş partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê pêk tê, bangî Kurdên li seranserê cîhanê kir ku li dijî êrişên Îranê "çalakiyên hevbeş" bikin.
Partiyên Kurdî daxwaz kir ku li hemberî êrişên Tehranê yên li ser baregehên wan ên li Herêma Kurdistanê xwenîşandan werin kirin.
Wan bal kişand ser wê yekê ku di van êrişan de ji meha sibatê ve zêdetirî 20 kesan canê xwe ji dest daye.
"Bibin dengê berxwedana me"
Di daxuyaniya hevbeş a partiyan de wiha hat gotin:
"Li kolanan, li ber balyozxaneyan û navendên biryardanê bibin dengê têkoşîna me û berxwedana miletê me."
Ew partiyên ku ev bang kirine ev in: Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î), Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Sazûmana Xebatê Kurdistana Îranê (Xebat), Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê.
Van partiyan meha sibatê ji bo parastina mafê çarenivîsa gelê Kurd û hevahengiya li dijî Komara Îslamî ya Îranê tifaqek ava kiribû.
Şer û agirbest
Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê li dijî Îranê şer da destpêkirin.
Beriya ku her du alî 8ê Nîsanê bi navbeynkariya Pakistanê bigihîjin agirbestekê, di nava şeş hefteyan de li seranserê welêt zêdetirî 17 hezar cih hatibûn hedefgirtin.
Tehranê jî di bersivê de bi hezaran dron û moşek avêtibûn baregehên Amerîkayê yên li herêmê, bi taybetî li welatên Kendavê.
Di êrişan de 21 kes hatin kuştin
Tevî agirbesta destpêka Nîsanê jî, Îran û komên çekdar ên Îraqî yên ser bi "Eniya Berxwedanê" ve êrişên xwe yên li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê domandin.
Li gorî daxuyaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, piştî agirbestê 5 kes, bi giştî jî 11 kesan canê xwe ji dest daye.
Lê belê partiyên Kurdî di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku "zêdetirî 150 êrişên rasterast li ser penaberên siyasî yên Rojhilatî hatine kirin."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, "Di êrişên li Herêma Kurdistanê de 21 kes hatine kuştin ku di nav wan de 10 şervan û sivîlên li baregehan dijîn hene."
"Sûcê şer"
Li gorî amarên ku Rûdawê bi dest xistine, Herêma Kurdistanê di dema şer de 700 caran û piştî agirbestê jî nêzîkî 20 caran rastî êrişan hatiye.
Tifaqa partiyên Kurdî jî van amaran piştrast dike û van êrişan wekî "sûcê şer" bi nav dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse