Remzî Kartal: Diyarkirina statuya Ocalan xala herî stratejîk a pêvajoyê ye

17 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Remzî Kartal Abdullah Ocalan Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê KONGRA-GELê Remzî Kartal ragihand ku diyarkirina statuya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan, mijara herî bingehîn û stratejîk a pêvajoyê ye.

Hevserokê KONGRA-GELê Remzî Kartal qonaxa ku pêvajoya aştiyê gihîştiyê, bandora şerê Îranê ya li ser pêvajoyê û rûdanên herêmî ji MAyê re nirxandin.

Remzî Kartal anî zimên ku banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan derfetek afirandiye û got:

"Tevî vê yekê jî dewlet û AK Partiyê hîn tirsa Kurdan a klasîk derbas nekiriye. Em bi pêvajoyeke nêzîkî sal û nîvekê re rûbirû ne.

Rûdanên beriya bangê, dîroka ku bang lê hatiye kirin û heta niha di hemû organên dewletê de pêvajoyeke gotûbêjê ya gelekî kûr tê jiyîn.

Lê belê ya ku xuya dike ew e ku dewletê hîn tirsa Kurdan derbas nekiriye. Tirkiye hîn jî di nav lêgerîna parastina statukoya heyî ya li herêmê de ye.

Ji ber vê yekê jî vê pêvajoyê heta ku ji destê wê tê hêdî dimeşîne û dixe nav demê. Sedema vê yekê jî dîtina encamên rûdanên li herêmê ye."

"Tişta ku li Îranê diqewime rasterast bandorê li pêvajoyê dike"

Kartal bal kişand ser bandora şerê li Îranê û wiha pê de çû:

"Ew li hemberî vê derfeta dîrokî ya ku Rêber Ocalan pêşkêş kiriye hîn tirsên xwe derbas nekirine.

Rêber Ocalan ev derfet pêşkêş kiribû da ku Tirkiye wan pîlanan derbas bike ku hêzên navneteweyî li Rojhilata Navîn afirandine, gelên Rojhilata Navîn ji destêwerdanên navneteweyî biparêze û aştî û demokrasiya di navbera gelan de bi pêş bixe.

Tişta ku li Îranê diqewime rasterast bandorê li pêvajoyê dike.

Berê jî hikûmet li benda encamên rûdanên li Sûriyeyê ma û ew destêwerdanên ku rasterast bi Şamê re li pêvajoyê kirin tên zanîn.

Di wê pêvajoyê de jî dîsa gav hêdî hatibûn avêtin. Niha jî desthilat careke din li pêşhatên Îranê dinêre û dixwaze encamên wan bibîne."

"Tirkiye dişopîne ka dê li Îranê çi bibe"

Kartal diyar kir  ji xeynî Pirsgirêka Kurdan ti hevparbûna Tirkiye û Îranê nîne û wiha axivî:

"Tam berevajî di navbera van welatan de reqabeteke hezar salî heye. Du împaratoriyên ku wekî Sunî û Şîe ji hev veqetiyane hene.

Piştî têkoşîna serdestiya li herêmê ya împaratoriyê, bi taybetî piştî 1979an bi birevebirya Şîe ya ku bi pêş ket re Tirkiye dîsa di nav reqabetekê de ye.

Lê belê di Pirsgirêka Kurdan de dibin hevpar. Ji ber vê yekê Tirkiye dişopîne bê dê pêvajoya li Îranê bibe çi."

"Divê statuya Ocalan were diyarkirin"

Kartal bal kişand li ser statuya Ocalan û got:

"Diyarkirina statuya Serok Apor mijara herî bingehîn û stratejîk a pêvajoyê ye. Serok Apo wekî muzakerevanê sereke dikare pêvajoyê bi awayekî tendurist koordîne bike.

Ji bo vê yekê divê bi lezgînî şert û mercên xebat û jiyana azad werin dabînkirin.

Ji bo derbaskirina pêşdaraziyên li hemberî pêvajoyê ev mijarekepêşîn e.

Amadekirina raya giştî ya li Tirkiyeyê û derbaskirina têgihiştinên negatîf ên ku heta niha li ser PKK û Pirsgirêka Kurdan hatine avakirin, tenê Serok Apo dikare bi awayê herî bibandor bike.

Ji ber wê yekê diyarkirina statuya Serok Apo, di nav pêwendiyê de bûna wî ya bi dezgehên çapemenî û weşanê re, vegotina wî ya pêvajoyê û bersivdayîna wî ya ji bo hemû pirsên derbarê PKK û pêvajoyê de gaveke krîtîk e.

Dîsa eger biratî di navbera gelan de çêbibe, ji bo ku ew biratî li ser bingeheke bi rastî tendurist rûne divê pêşdarazî werin derbaskirin.

Avakirina hevgirtineke berfireh a raya giştî ya li dora Banga Aştî û Civaka Demokratîk, dê bi wan xebatan pêk bê ku Serok Apo dê rasterast bike.

Ji ber vê yekê divê statuya Rêber Apo were diyarkirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst