Hewlêr (Rûdaw) – Parlamneterê HDPê yê Wanê Adem Geverî ragihand, li ser mijara rakirina parêzbendiyê ew dê bi tena serê xwe wek HDP serî li Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê bidin.
Adem Geverî ku bi rêya telefonê beşdarî di bultena nûçeyan a Rûdaw TV bû, di axavtinên xwe de ragihand: “Em bi xwe nikarin wan îmzayan kom bikin. Ji bo wê yekê, li derveyî HDPê pêwîst e ku parlamenterên CHPê piştgîriyê bidin me. Lê belê CHP piştgîriyê nade, ji ber wê yekê jî em dê bi tena serê xwe serî li Dadgeha Destûrî bidin.”
Geverî amaje bi wê yekê kir, ku heta niha 58 parlamenterên HDPê îmza avêtine û da xuyakirin, bi mixabinî ve CHP zêdebarî wê yekê ku li dijî wê yasayê bû, lê belê ji ber ku bi gotina wan, biryara derbarê me de biryara dewletê ye, piştgîriyê nadin me.
Parlamenterê HDPyî da zanîn, ku CHP her ji destpêkê ve piştevanî li wê yasayê dikir û got:
“Ne şerê PKKê, ne siyaseta HDPê û ne jî weşana Rûdawê têra çareserkirina lojîka wan nake. Di parlamentoyê de lîstik bi me re lîstin. Dewlet ji bo ku me ji parlamentoyê bavêje derê, CHPê û MHPê û herwiha raya gişît ya Tirkiyê di bareya vê biryara nehiqoqî de piştgîrî dan.”
Adem Geverî amaje bi qedexeya derketina derve li navçeya Gever a Colemêrgê kir û got: “Qedexe hêj nehatiye rakirin. Li taxên ku operasyonên lê hene, mal hatine talankirin. Televizyonên millet hatine dizîn, Xelk zêdebarî hebûna qedexeya hatinûçûnê diçin malên li navenda bajêr û agahdarî kelûperlên xwe dibin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse