Hewlêr (Rûdaw) - Li ser Rêya Şam-Siwêdayê êrişî otobuseke sivîlan hat kirin û li gorî agahiyên destpêkê 3 kes hatin kuştin.
Çavkaniyek ji Siwêdayê ji Rûdawê re ragihand, îro li ser Rêya Şam-Siwêdayê li herêmeke di bin kontrola Asayîşa Giştî de, çekdarên nenas êrişî otobuseke rêwiyan kirin.
Li gorî heman çavkaniyê, otobus ji Şamê diçû Siwêdayê û di encama êrişê de 3 kes hatin kuştin û nêzîkî 6 kesên din jî birîndar bûn.
Li aliyê din, Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di êrişa li nêzîkî stasyona Mercanayê de jinek û mêrekî ciwan hatine kuştin û 11 kesên din jî birîndar bûne.
SOHRê her wiha da zanîn ku ji ber pevçûnên çekdarî yên dubare, ewlehî li ser Rêya Şam-Siwêdayê nemaye û êrişê li herêmê aloziyeke mezin çêkiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse