Hewlêr (Rûdaw) - Sê kesên ji heman malbatê ku duh li navçeya Payîzavayê ya Wanê di qezayeke trafîkê de miribûn, li gundê Civyanê yê navçeya Gevera Colemêrgê li kêleka hev hatin veşartin.
Li nêzîkî Bendava Zernekê ya navçeya Payîzavayê ya Wanê otomobîlek û tankereke sotemeniyê li hev qelibîn.
Li ser agahdarkirina xelkê herêmê cendirme, tîmên tenduristiyê û tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.
Du kesan li cihê qezayê canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn ku rewşa yekî ji wan giran bû.
Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên bajêr.
Yek ji birîndaran li gel hemû hewldanan li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê mir.
Termên kesên ku di qezayê de miribûn, ji bo otopsiyê birin Saziya Bijîşkiya Dadî ya Wanê.
Cenazeyên Alîhan Karay, hevjîna wî Aysel Karay û keça wan Gulşen Karay Han li gundê Civyanê yê Geverê bi beşdariya gelek kesan li kêleka hev hatin veşartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse