Dayika Aştiyê ya 73 salî bi 6 sal û 3 mehan hat cezakirin

23-06-2023
Ferdî Sak
Nîşan Dayika Aştiyê Girtîgeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê Dayika Aştiyê Hayriye Turkekul ku temenê wê 73 sal in nexweş e ji ber beşdarbûna çend çalakî û daxuyaniyên çapemeniyê bi hinceta “endamtiya rêxistinê” bi 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat cezakirin. Parêzerê Hayriye Turkekul Mehdî Ozdemîr derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî û got, “Binpêkirina mafê civîn û xwepêşandanan,  bikaranîna vî mafî wek  tawan dîtin û mehkumkirina ji ber vê yekê nîşanî me dide ku biryara hatiye dayîn ne yasayî ye.”

Li parêzgeha Amedê derbarê Dayika Aştiyê ya 73 salî Hayriye Turkekul de bi hinceta ku di sala 2019an de wek piştevanî beşdarî greva birçîbûnê ya Parlamentera berê ya HDPê Leyla Guven bûye û endama Komaleya Jinan a Rosayê ye, bi tohmeta “endamtiya rêxistine” doz hatibû vekirin.

Roja Înê 23ê Hezîrana 2023an rûniştina dawî ya doza Dayika Aşitiyê  ya 73 salî ku di heman dem de nexweşek giran e li 10emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê birêve çû.

Dozger di rûniştina dozê de daxuyaniyên çapemeniyê, çalakî û xwepêşandanên ku Hayriye Turkekul beşdarbûye wek tawan nîşandan û piştevanîkirina greva birçûbûnê ya Parlamentera berê ya HDPê Leyla Guven û endamtiya wê ya Komaleya Jinan a Rosayê kir  hinceta “endamtiya rêxistinê”.

Parêzerê Hayriye Turkekul di dozê de amade bû û diyar kir ku muwekîla wî bê tawan e û daxwaza bereeta wê kir lê şanda dadgehê li gor gotinên dozger 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê dan vê Dayika Aştiyê.

Parêzerê Hayriye Turkekul  Mehdî Ozdemîr derbarê vê biryara dadgehê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Ozdemîr ameje bi wê yekê da tevî ku  Dayika Aşitiyê Hayriye Turkekul  nexweşek giran e  û kesek bi temen e  jî dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê dane wê.

Mehdî Ozdemîr diyar kir ku beşdarbûna muwekîla wî di çend çalakî û daxuyaniyên çapemeniyê û serdana wê bo kesûkarekî xwe yê di girtîgehê de  weke tawan hatiye dîtin û ji ber vê yekê hatiye cezakirin û got, “Binpêkirina mafê civîn û xwepêşandanan, bikaranîna vî mafî wek tawan dîtin û mehkumkirina ji ber vê yekê nîşanî me dide ku biryara hatiye dayîn ne yasayî ye.”

Parêzerê Dayika Aştiyê Hayriye Turkekul her wiha ragihand ku wî li dijî vê biryara dadgehê serî li Dadgeha Îstînafê daye da ku ev ceza bê hilweşandin.

Parêzerê Dayika Aştiyê Hayriye Turkekul Mehdî Ozdemîr got, “Hayrîye Turkekul di encama doza ku derbarê wê de hatiye destpêkirin de bi 6 sal û 3 mehan bi cezayê girtîgehê hat cezakirin. Me derbarê biryarê de li dadgeha îstînafê serlêdan kiriye. Di serdema pêşiya me de Dadgeha Deverê ya Diyarbakirê  dê derbarê vê biryarê de  lêkolînê bike. Di rûniştina dozê de beşdariya çalakiyên aşitiyane ya muwekila me , cih girtina wê di  çalakiyên komaleya ku endama wê bû û serdana wê bo  kesûkarekî  wê yê li girtîgehê wek tawan hatiye dîtin û ev yek wek hinceta cezakirina wê hatiye diyarkirin. Li gor peymanên ku Tirkiyê aliyek wan e û maddeya 34emîn a destûra bingehîn, herkes bêyî ku ji aliyek îdarî destûrê werbigire, dikare beşdarî çalakiyên aşitiyane û daxuyaniyên çapemeniyê bibe û ev mafek e.”

Ozdemîr her wiha anî ziman, “Di sala 2018an de weke ku herkes dizane, di serdema greva birçûbûnê de ku demek dirêj berdewam kir, li navenda bajarê Diyarbekirê daxuyaniyên çapemeniyê hatine dayîn. Muwekila me jî ji ber ku kesek ji malbata wê di girtîgehê de bûye û di nav greva birçîbûnê de bûye, beşdarî di van daxuyaniyên çapemeniyê de kiriye. Ev yek jî bûye sedem ku  derbarê muwekîla me de biryara mehkumiyê bê dayîn., Binpêkirina mafê civîn û xwepêşandanan, bikaranîna vî mafî wek  tawan dîtin û mehkumkirina ji ber vê yekê nîşanî me dide ku biryara hatiye dayîn ne yasayî ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst