Serokê Saadetê: Divê dewlet cihê gorên lîderên Kurdan eşkere bike

23-06-2025
Nîşan Şêx Seîd Seîd Nursî Seyîd Riza Cihê Goran Mahmut Arikan Partiya Saadetê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmut Arikan got, “Divê dewlet dawiyê li vê şermê bîne û cihê gorên 3 lîderên Kurdan eşkere bike.”

Partiya Saadetê doh Kongreya Asayî ya 8an a Amedê li dar xist.

Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmut Arikan li kongreyê axaftinek pêşkêş kir û xwest ku dewlet cihê gorên Şêx Seîd, Seîd Nursî û Seyîd Riza eşkere bike.

“Em nikarin bi nêzîkbûneke ku ji goran ditirse paşerojeke nû ava bikin”

Mahmut Arikan got, “Divê eşên ku me sedsala yekem kişandine bên dîtin, em van êşan bi têgihiştineke rovanşîst nebin sedsala duyem” û li pey çû:

“Îro jî li Tirkiyeyê cihê gorên Şêx Seîd, Seîd Nursî û Seyîd Riza nayê zanîn.

Ez bi zelalî û eşkereyî dibêjim, em nikarin bi nêzîkbûneke ku ji goran ditirse paşerojeke nû ava bikin.

Ez li vir bangeke eşkere dikim. Divê dewlet dawiyê li vê şermê bîne.

Divê cihên gorên Şêx Seîd, Seîd Nursî û Seyîd Riza demildest werin eşkerekirin.

Ev dîrok dîroka me ye. Bi tehlî û û şêriniyên xwe bîra me ya hevpar e.

Divê sedsala duyem a Komarê nebe ducareyeke heman rêwitiyê.

Divê sedsala nû ne li ser bingeha tirsê, li ser bingehe hêviyê were avakirin.

Pêwîst e ti kes ji ber nasnameya xwe ya neteweyî, mezhebê xwe, baweriya xwe yan jî fikra xwe neçar neyê hiştin ku berdêlan bide.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst