Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmut Arikan diyar kir ku Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêka ewlehiyê ye, pirsgirêka edaletê ye û got, "Divê mafê Tirk çi be, divê mafê Kurd, Çerkez û hemû gelan jî ew be."
Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmut Arikan bû mêvanê bernameya Rûdawê û pirsên Rûdawê bersivandin.
Mahmut Arikan li ser çareseriya Pirsgirêka Kurdan, nîqaşên li ser Abdullah Ocalan, polîtîkaya derve û hilbijartinan daxuyaniyên girîng dan.
Arikan bal kişand ser wê yekê ku sedema çaresernebûna Pirsgirêka Kurd a sed salî, nêrîna bi çavê ewlehiyê ye û got:
"Em nikarin bi sernavê 'ewlehiyê' li meseleya Kurd binêrin. Çima çareser nabe? Ji ber ku her tim bi çavê ewlehiyê lê hat nêrîn.
Divê ev mesele ne wekî pirsgirêka nasnameyê lê wekî pirsgirêka edaletê were dîtin. Gava em vê meseleyê dixin ser terazûya edalet û wijdanê gelek tişt çareser dibin."
Wî li ser pirsa perwerdeya bi zimanê dayîkê, piştgiriya xwe ji bo hînbûna ziman anî ziman û wiha axivî:
"Divê her kes bigihîje azadiya fêrbûna zimanê xwe yê dayîkê. Eger ez bixwazim Kurdî hîn bibim, an Çerkezî, çawa dezgehên Îngilîzî û Erebî hene, divê ev jî hebin. Eger daxwazek hebe, nabe ku mirov wê nedîtî bibe."
Mahmut Arikan nîqaşên li ser "Mafê Hêviyê" û Abdullah Ocalan jî nirxandin û hişyarî da ku divê pêvajo bi baldarî were birêvebirin da ku mîna pêvajoya Xabûrê encamên neyînî dernexîne.
Arikan samîmiyeta hikûmetê ya di pêvajoya nû de rexne kir û tayînkirina qeyûman bi bîr xist û got:
"Birêz Bahçelî got 'Bila Ahmet vegerin' lê we bi qeyûm şaredarî ji destê Ahmet girt. Ahmet ê duyem, Şaredarê Esenyurtê... We ew girt.
Derbarê Selahattîn Demîrtaş desthilat, mixalefet û hevkarên desthilatê hemû dibêjin 'bila azad bibe', lê nexwe kî wî digire?"
Ev jî naveroka hevpeyvînê ye:
Rûdaw: Ji hevpeyvîneke nû silav ji bo we hemûyan. Em careke din ji bo vê beşê li Enqereyê ne. Em li Navenda Giştî ya Partiya Saadetê ne. Mêvanê me yê vê hefteyê Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Birêz Mahmut Arikan e. Birêz Serok, gelek spas, we ev dem û derfet da me, hûn her hebin.
Mahmut Arikan: Ez jî gelekî spas dikim. Hûn heta vir hatin û we ev derfet da me. Ez spasiya we û hemû xebatkarên kanala we dikim.
Rûdaw: Ez dixwazim bi mijarekê dest pê bikim. Bi rastî Tirkiye niha ber bi ku ve diçe? Hem di polîtîkaya navxweyî de hem jî di gelek sernavan de, bi taybetî di aboriyê de pirsgirêk hene. Em dê li ser çareseriya Pirsgirêka Kurdan bi hûrgilî biaxivin lê wekî partî, di vê pêvajoyê de sernavên herî lezgîn ên ku divê werin çareserkirin çi ne?
Mahmut Arikan: Ezbenî, gotineke xweş a jinên zana yên Anadoluyê heye, dibêjin “Ez bi xema doh re nekarîm serê xwe deynim ser balîfê.” Em li welatekî wisa dijîn. Her roj pirsgirêkên nû, her roj derdên nû. Îro hûn bi pirsgirêkekê re rûbirû dimînin, hûn dibêjin “Gelo ez dê vê çawa çareser bikim?”, hê çareserî peyda nebûye, roja din hûn bi mijareke din û tengasiyeke din şiyar dibin.
Helbet ev aliyê vala yê qedehê ye lê gava em li dîroka Tirkiyeyê dinêrin, me gelek caran serdemên wisa dijwar û bi asteng derbas kirine. Lê em miletekî wisa ne ku her tim bi feraset û aqilê selîm tevgeriyane û me ev tengasî derbas kirine.
Ez dîsa dibêjim ku em dikarin vê serdemê di demeke nêz de derbas bikin lê ji bo vê yekê divê “hilbijartin” çêbibe. Di vê pergala niha de, pirsgirêk ne ku çareser dibin, her roj mîna aşûtê mezintir dibin. Mîna gogeke berfê ya ku ji serê çiyê dizivire û ber bi jêr ve tê, pirsgirêk jî bi vî rengî tên ser me. Hilbijartin li Tirkiyeyê daxwazeke mecbûrî ye.
Rûdaw: Hilbijartin çêbû û hûn bûn desthilatdar. Sê pirsgirêkên sereke yên ku hûn dê pêşî çareser bikin çi ne?
Mahmut Arikan: Pirsgirêkên ku em dê pêşî çareser bikin, ya yekem divê em têgeha edaletê azad bikin. Divê em Tirkiyeyeke wisa ava bikin ku edalet ji bo her kesî bi awayekî wekhev were pêkanîn. Ya duyem, em birêvebiriyeke ku girîngiyê dide liyaqetê ava bikin. Ya sêyem jî derbaskirina krîza aborî ye. Lê ev hemû bi xala yekem ve girêdayî ne, yanî bi pêkanîna edaletê ya kamil.
Rûdaw: Yanî hûn Pirsgirêka Kurd di bin sernavê “edaletê” de dinirxînin?
Mahmut Arikan: Helbet. Azadkirina edaletê gava wê ya jêrîn azadkirina mirov e. Armanca me ji azadkirina mirov ew e ku hemû gel û hemû mirovên li ser rûyê erdê ji edaletê bawer bikin û bi awayekî wekhev miamele li wan were kirin. Ev ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo herêma me hemûyî derbasdar e.
Eger em di herêma xwe de edaletê rast ava nekin, dê hinek astengî dîsa derkevin. Ji ber vê yekê, gava em li destpêka Nêrîna Neteweyî dinêrin, armanceke me ya “cîhaneke nû” heye. Pergala cîhanê ya îro jî yek ji sedemên sereke ye ku edalet li welat û herêma me bi kamilî nayê pêkanîn. Ez difikirim ku armanca dawî divê avakirina cîhaneke nû be.
Rûdaw: Ji ber ku sernavê me yê sereke Pirsgirêka Kurdan e, ez dixwazim ji wir berdewam bikim. Pirsgirêkeke sed salî ye. Li gorî we heta vê astê çi xeletî hatin kirin?
Mahmut Arikan: We got pirsgirêka sed salî. Berî her tiştî, çi xeletî di nava sed salî de hatibin kirin, divê îro neyên dubarekirin. Eger pirsgirêk gihîştibe vê astê, sedem xeletiyên heta îro ne. Di sala 2026an de li Tirkiyeyê hîn jî axaftina li ser vê meseleyê ji bo me kêmasiyeke mezin e û rewşeke negatîf e.
Gava hemû cîhan ji bo têkoşîneke mezin amade dibe, nîqaşkirina li ser maf û azadiyên mirovan di axa me de, pirsgirêka herî pêşîn e. Dema em ji pencereya Nêrîna Neteweyî lê dinêrin, divê em bi bîranînên erênî nêzîkî meseleyê bibin.
Di sala 1969an de dema rehmetiyê mamoste Erbakan “Nêrîna Neteweyî (Millî Goruş)” da destpêkirin, wî her tim digot ku divê maf û azadî ji bo hemû mirovan bi wekhevî werin dayîn. Îro jî em dibêjin: Li Tirkiyeyê kîjan gel dijîn, divê hemû bigihîjin mafên wekhev. Mafê Tirk çi be, divê mafê Kurd, Çerkez û hemû gelan jî ew be.
Em her tim diparêzin ku piranî nabe sedema mafekî serdest. Em dibêjin mafê piranî çi be, divê yê kêmneteweyan jî ew be. Me her tim got: Em nikarin bi sernavê “ewlehiyê” li meseleya Kurd binêrin. We got 100 sal in çareser nabe; çima çareser nabe? Ji ber ku her tim bi çavê ewlehiyê lê hat nêrîn. Divê ev mesele ne wekî pirsgirêka nasnameyê lê wekî pirsgirêka edaletê were dîtin.
Li şûna ku daxwazên mirovan bi xema ewlehiyê werin tepisandin, divê em guh bidin wan û wan fêm bikin. Gava em vê meseleyê dixin ser terazûya edalet û wijdanê, gava em cihêtiyê dixin navbera mezlûm û zalim û gava em benda biratiyê ava dikin, gelek tişt çareser dibin.
Rûdaw: Çi guhertin çêbibin dê Kurdan, pêkhateyên din û Tirkan razî bikin? Kîjan guhertinên qanûnî lazim in?
Mahmut Arikan: Me gotibû ku sernavê “Tirkiyeya bêteror” negatîf e û tenê li ser terorê çareserî nabe. Eger we wê rojê li şûna vê, sernavê “Tirkiyeyeke ku mirov tê de bijîn” bikira, eger we hemû bêhiqûqiyên li Tirkiyeyê bianîna ser maseyê, me dê encameke baştir bigirtana.
Di dîtina Partiya Saadetê de çar sernavên mafan hene: Ya yekem, mafên ji dayîkbûnê ku em dibêjin mafên bingehîn ên mirovan. Ya yekem mafê jiyanê ye. Ya duyem mafê parastina rûmet, namûs û neslê ye. Divê qanûn li ser van werin çêkirin. Ya sêyem mafê milkiyetê ye, yanî Tirk, Kurd, Çerkez, her kes karibe bibe xwedî milk. Ya çarem mafê parastina aqil e. Ya pêncem jî azadiya baweriyê ye.
Mirov divê karibin baweriya xwe bi saxlemî bijîn. Em vê jî dikin çar parçe: Azadiya îfadeyê, mafê avakirina rêxistin û komeleyan, azadiya jiyana li gorî baweriyê.
Rûdaw: Di vê formulê de perwerdeya bi zimanê dayikê li ku derê ye? Nêzîkatiya Partiya Saadetê ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê çi ye?
Mahmut Arikan: Nêrîna me wekî Partiya Saadetê ev e, divê her kes bigihîje azadiya fêrbûna zimanê xwe yê dayikê. Ziman û bawerî mafên bingehîn in û divê mekanîzmayên hînbûna wan werin avakirin. Ez behsa tiştekî ji derveyî perwerdeyê dikim, divê mirov karibin perwerdeya zimanê xwe bistînin. Eger ez bixwazim Kurdî hîn bibim, an Çerkezî, çawa dezgehên Îngilîzî û Erebî hene, divê ev jî hebin.
Eger daxwazek hebe, nabe ku mirov wê nedîtî bibe. Derbarê perwerdeyê de jî zimanekî fermî yê Tirkiyeyê heye, ew jî Tirkî ye û kes li dijî vê dernakeve. Lê divê pergala perwerdeyê wisa were dîzaynkirin ku mirov karibin Kurdî jî hîn bibin.
Rûdaw: Di vê pêvajoya “Tirkiyeya bêterorê” de, ma aqilekî dewletê heye ku pirsgirêkê bi temamî çareser bike, an careke din dixwazin meseleyê derbas bikin? Hûn partiyeke li Meclîsê ne, hûn çi dibînin?
Mahmut Arikan: Min bang li hikûmet û hevkarên wê kir ku dilsoz bin. Min got “Eger hûn dilsoz in, werin em rûnên.” Lê ji wê rojê ve li Tirkiyeyê gelek bêhiqûqî berdewam dikin.
Birêz Bahçelî got “Bila Ehmed vegerin, Demîrtaş azad bibe.” Lê we bi qeyûm şaredarî ji destê Ahmet girt (Ahmed Turke). Heftiyek şûnda we ew bir Rihayê ji bo aştiya du malbatan û we ew xiste nava şandeyê. Lê hê jî venegeriyaye ser karê xwe. Dilsozî ev e? Ahmetê duyem, Şaredarê Esenyurtê (Ahmet Ozer)... We ew girt, tam kar diket ser rê, we 6 salên din ceza lê birî. Derbarê Selahattîn Demîrtaş desthilat, mixalefet û hevkarên desthilatê hemû dibêjin “bila azad bibe” lê nexwe kî wî digire?
Biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û DMMEyê li holê ne. Eger hûn ji pencereyeke teng lê binêrin, ev pirsgirêk çareser nabin. Em di nava wê komîsyonê de ne û em dixwazin keda me hebe. Lê divê AK Partî wêrekiyê nîşan bide û dakeve qadê.
Ez dibînim ku endamên komîsyonê di rewşeke dijwar de ne, ji ber ku ji berteka tabana xwe ditirsin. Çima ditirsin? Ji ber ku ev komîsyon bi awayekî berfireh nehat avakirin, tenê di bin sernavê “terorê” de hat sînordarkirin.
Rûdaw: Bi rastî di raya giştî ya Tirkiyeyê de, dema mesele dibe mafê Kurdan, metirsiya Îsraîlê nayê dîtin. Kurd bi hevkariya bi Îsraîlê re tên sûcdarkirin. Ma ev ji bo desthilat, mixalefet û civakê ne wekî kaxeza tûrnûsolê ye?
Mahmut Arikan: Helbet. Maseya ku metirsiya Îsraîlê tê de nebe, maseyeke kêm e. Di her nîqaşê de divê mirov bipirse “Gelo Îsraîl li kû derê ye?” Belkî em partiya yekem in li Tirkiyeyê ku em vê bi dengekî bilind dibêjin. Îsraîl wekî metirsiyeke mezin nêzîkî sînorên me dibe. Eger ev metirsî ji Şamê derbas bibe, ne Kurd, ne Ereb û ne jî Dûrzî dimînin.
Baweriyeke wan a sapik heye, “di navbera Ferat û Nîlê de” yanî hemû axa Kurdan wekî milkê xwe dibînin. Dibêjin hemû mirov dê bibin koleyên me. Em dê Mescîda Eqsayê xera bikin û li şûna wê Perestgeha Silêman ava bikin. Divê em vê metirsiyê bibînin. Di raya giştî ya Tirkiyeyê de ev zêde nayê dîtin.
Rûdaw: Di plana birêvebiriya Xezeyê de nêzîkatiya we û Partiya Saadetê ya ji bo hebûna Tirkiyeyê çi ye?
Mahmut Arikan: Divê Tirkiye hebe lê divê Îsraîl li ser wê maseyê nebe. Eger her du hebin, ev ne rast e. Divê em di polîtîkaya derve de xwedî kesayet bin, ne li gorî konjonkturê. Serokwezîra Îtalyayê Meloniyê gotinek got, ez matmayî mam. Divê me ew gotin bikira. Wê got “Baregeha Amerîkî ya li Încîrlîkê astengiya herî mezin a li ber çareseriya Pirsgirêka Kurdan e.”
Divê me bigota “Radarên li Kurecîkê agahiyan didin Îsraîlê, divê em vê çareser bikin.” Melonî û Serokwezîrê Spanyayê Sanchez gotinên ku me nekirin, wan kirin. Divê rayedarên Tirkiyeyê vê sekna bi kesayet nîşan bidin.
Rûdaw: Çi bû ku Devlet Bahçelî gihîşt vê astê?
Mahmut Arikan: Ji bo ku li hemberî metirsiyên derve mirov bi saxlemî bisekine, divê pirsgirêkên hundir çareser bike. Birêz Bahçelî ev dît û însiyatîf girt. Însiyatîfeke mentiqî ye lê kêm e, ji ber ku saziyên din bi kamilî tê de nînin. Metirsî nêzîk dibe. Metirsî ew hişmendiya ku axa Ferat û Nîlê wekî axa Îsraîlê dibîne ye. Kirêgirtiyê wan Amerîka ye, aqilmendê wan Îngilîz e. Birêz Bahçelî ev dît. Me jî piştgiriya xwe nîşan da. Lê divê em biaxivin ku em çi qasî serkeftî ne.
Rûdaw: Mijara herî germ a van rojan “Mafê Hêviyê” yê ji bo Ocalan e. Nêzîkatiya we çi ye?
Mahmut Arikan: Min ji serê bernameyê ve got, eger em edaletê bi giştî ava nekin û tenê ji mafê hêviyê yê Ocalan dest pê bikin, em nagihîjin encameke saxlem. Me wekî Partiya Saadetê got, gava we Xabûr kir, di civakê de berteka mezin çêbû û pêvajo xirab bû. Li vir jî metirsî heye.
Em di serdema teknolojiyê de ne, bila Ocalan bi vîdeoyê ji komîsyona 51 kesî re biaxive lê wan got na, divê mirov herin wir. Eger hûn çareseriyê tenê daxin ser mafê hêviyê yê Ocalan, hûn bişkoka yekem xelet digrin.
Divê em mafê hêviyê yê 86 mîlyonî bînin ziman. Ew jî bidawîbûna terorê û avakirina Tirkiyeyeke ku Tirk û Kurd tê de bi aramî bijîn e. Eger em vê tenê wekî mafê hêviyê yê Ocalan bibînin, encameke saxlem dernakeve. Duh rayedarên MHPyê got ku ev ne tenê ji bo Ocalan, ji bo hemû girtiyan e. Ev nîşan dide ku hinek tişt nû rûdinin. Divê mirov gotinên xwe baş hilbijêre, ji ber ku medyaya civakî dikare her tiştî manîpule bike.
Rûdaw: Çima gava mesele dibe Kurd, ew derdorên ku xwe wekî “umetparêz” dibînin, li ber bera Tirkperestiyê disekinin? Çima biratiya umetê ji bo Kurdan derbas nabe?
Mahmut Arikan: Nexwe ew ne dilsoz in. Mixabin îro em bi rastiyeke tal re rûbirû ne. Armanca me azadkirina edaletê û azadkirina baweriyê ye. Di pêşiya baweriya me de prangayên mezin hene. Ez bawer nakim ku Îslam bi rastî were fêmkirin.
Tenê di şikil de maye lê di hişmendiyê de kêmasî hene. Mela di waizan de dibêjin “Ereb ne li ser Ecem serdest e” lê gava dadikevin xwarê, ji bo Kurdan dibêjin “hûn hîn xirabtir bibin.”
Tenê bi mizgeftan û Îmam Xetîban ev hişmendî çênabe. Divê mirov neteweperweriyê, Ataturkparêziyê û dindariyê azad bike. Van nirxan di sed salî de vala kirin. Niha dindar kî ye, nijadperest kî ye, her tişt tevlîhev bûye.
Rûdaw: Cemaet û hinek rayedarên dînî bi hinceta “rêxistinê” li dijî Kurdan bangewaziyên fikarbar dikin. Çima cemaet wisa bûn? Fonksiyona we heye ku hûn wan biguherînin?
Mahmut Arikan: Helbet. Em dê li dijî wan kesên ku dîn dikirin û cinetê difroşin têbikoşin. Girseyek wisa li Tirkiyeyê ava bûye. Em dê hişmendiya rast a Îslamê hakim bikin. Pêxemberê me di Xutbeya Xatirxwestinê de gotiye “Serdestî tenê bi teqwayê ye.”
Divê nêrîna cemaetan ev be. Lê nijadperestiyeke veşartî heye. Helbet em hemûyan tawanbar nakin, gelek bi feraset in. Lê hinek bi hêza medyaya civakî zimanê tûj bi kar tînin. Prensîba Nêrîna Neteweyî ev e, em mirovan dikin du parçe. Yên Saadetî û yên ku li benda dorê ne ku bibin Saadetî. Em ji bo wan kesên li benda dorê, bi zimanê şefqetê û nesîhetê pêwendiyê ava dikin. Ev fermana baweriya me ye. Kadroyên me dikarin vê serkeftinê bînin.
Rûdaw: Vegerin Tirkiyeyê. Hîn hilbijartin nîne lê amadekarî hene. Partiya Saadetê çi amadekariyan dike? Hewldanên we yên hevpeymaniyê çi ne?
Mahmut Arikan: Hevpeymanî daxwazeke mecbûrî ne. Bêyî hevpeymaniyan hilbijartin nabe. Ez dikarim bê hevpeymanî jî bikevim hilbijartinê da ku mesajên xwe bigihînim lê em dixwazin encamekê bigirin.
Di sala 2027an de dê hilbijartin bibe. Em bi hemû partiyan re diaxivin. Tirkiyeya îro partiya herî mezin “Partiya Bêbiryaran” e. Girseyeke mezin heye ku ne di desthilatê de û ne jî di mixalefetê de bersiva xwe nabîne. Em li rêyeke nû û hevpeymaniyeke nû digerin. Di destpêka 2027an de dê gavên berbiçav werin avêtin. Partiya Saadetê dê bibe pêşengê vê hevpeymaniyê. Heta niha di pêwendiyên me de ti pirsgirêk nînin. Her kes dikare li ser heman prensîban were bal hev.
Rûdaw: Partiyên ku hûn li derveyî hevpeymaniyê dihêlin hene? Têkiliya we bi Refaha Nû re çawa ye?
Mahmut Arikan: Prensîb û rêgez... Ez bi her partiyê re diaxivim. Li Tirkiyeyê 190-200 partî hene. Em xwedî wê baweriyê ne ku bi her kesî re rûnin. Di dîroka me de CHP û MSP a ku digotin qet nayên ba hev, di sala 1974an de hatin ba hev û Tevgera Qibrisê kirin.
Me baregehên Amerîkayê girtin. Me bi MHP û Partiya Edaletê re 200 fabrîke ava kirin. Me bi Tansu Çiller re hevkarî kir. Sê prensîbên me hene.
Ya yekem polîtîkaya li ser bingeha exlaq û manewiyatê (mafê Tirk, Kurd û Çerkez). Ya duyem modeleke bipêşketinê ya li ser hilberînê (li dijî faîzê). Ya sêyem polîtîkayeke derve ya bi kesayet. Divê em mafê Kurdên Sûriyeyê ne bi Tom Barrack re, bi Kurdên Sûriyeyê bixwe re biaxivin.
Rûdaw: Pirsên min ev bûn. Spas dikim. Tiştekî ku hûn lê zêde bikin heye?
Mahmut Arikan: Ez jî gelekî spasiya we dikim. Ez pir şa bûm. Min dixwest em bêhtir li ser mijarên bi hêvî biaxivin. Ez hêvî dikim di demeke nêzçk de gava ev pirsgirêk çareser bibin, ez careke din we li vir mêvan bikim.
Rûdaw: Înşelah. Gelek spas. Hem ji bo wextê we hem ji bo vî cihî spas. Em li Navenda Giştî ya Partiya Saadetê bûn û me her tiştê ku dixwest ji Birêz Mahmut Arikan pirsî. Heta beşeke din, bi xatirê we.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse