Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Asayişa Hewlêrê Tariq Nûrî ragihand ku nasnameya çekdar êrişî avahiya Parêzgariya Helwêrê kirine diyar bû.
Rêveberê Asayişa Hewlêrê Tariq Nûrî diyar kir îro sibehê seat 07.12 3 çekdaran êriş kirin ser avahiya Parêzgariya Hewlêrê û piştî çend saetan her sê êrişkar ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin kuştin.
Tariq Nûrî da zanîn ku nasnameya êrişkeran ser bi Hewlêrê ne û got: “Nasnameyan êrişkeran hat diyarkirin. Di demeke herî nêzîk de em dê hûrgiliyan parve bikin.”
Tariq herwiha got: “Em dizanîn hersê ji ku derê ne, nasname û navên wan li cem me diyar in, em ê piştre ji raya giştî re eşkere bikin. Ew sê kes bûn û di saeta 07:12an de êriş birin ser avahiya parêzgariyê, piştî operasyona hêzên ewlehiyê, hersê hatin kuştin û rewş hat kontrolkirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse