Hewlêr (Rûdaw) - Li Hewlêrê şêr êrişî zarokekî 9 salî kir û bijîşkên Nexweşxaneya Rizgariyê kariye ku destê wî zarokî ji jêkirinê rizgar bikin.
Zarokê 9 salî li yek ji baxçeyên ajelan ên Hewlêrê rastî êrişa şêr hat.
Pisporê Neştergeriya Dil û rehên Xwînê Hêwran Enwer ji Rûdawê re ragihand, dema zarok gihandin nexweşxaneyê birîneke mezin li dest û milê wî hebû, reha xwînê ya serekî ya destê wî qut bûbû û hestiyê milê wî jî şikestibû.
Dr. Hêwran Enwer derbarê neştergeriyê de got, "Ji bo çakkirina reha qutbûyî, me demareke xwînê ji lingê zarok wergirt û da destê wî.
Bi alîkariya hevkarên xwe me karî destê wî ji jêkirinê rizgar bikin."
Li gorî gotina bijîşkê wî, rewşa tenduristiyê ya zarok niha aram e lê dê di bin çavdêriya bijîşkî de bimîne heta ku dermankirina wî temam dibe.
Dr. Hêwran Enwer hişyariyê dide û dibêje, "Pêwîst e zarok nêzîkî ajelên dirinde neyên kirin.
Di dema xwînberbûnê de, divê bi dest an jî bi perçeyek paçikê paqij fişar li ser cihê birînê were kirin û di demeke herî zû de nexweş bigihînin nexweşxaneyê."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse