Hewlêr (Rûdaw) - Piştî êrişa Îsraîl û Amerîkayê ya li Îranê, bi mûşekan êrişî Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê hat kirin.
Çavkaniyekî bilind ê li Hewlêrê ji Rûdawê re got ku "êriş" li Hewlêrê hatiye kirin. Ajansa Reutersê jî ragihand ku êriş bi mûşekan bûye.
Çavkaniya Rûdawê diyar kir ku "êriş heye" lê nexwest derbarê cureya êrişê û çekan de zanyariyên zêdetir bide.
Her wiha di hinek vîdeoyên ku ji Rûdawê re hatine şandin de xeteke dûmanê li asmanê Hewlêrê tê dîtin.
#VÎDEO - Dema ku bi mûşekan êrişî Konsulxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê tê kirin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 28, 2026
#Israel #Iran #Tahran #USA #طهران #تل_أبيب #Hewlêr pic.twitter.com/Q4tiWtR8mK
Reuters: Baregeha Amerîkayê hat hedefgirtin
Ajansa Reutersê îro ragihand ku bi mûşekan êrişî baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li hemberî Îranê îro dest pê kir.
Îranê ragihand ku wan baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li çend welatên Rojhilata Navîn kirine hedef.
#VÎDEO - Ev der Hewlêr e... Pergala parastinê ya Konsulxaneya Amerîkayê mûşekekê dixe xwarê#Israel #Iran #Tahran #USA #طهران #تل_أبيب #Hewlêr pic.twitter.com/S8gvA8nMbk
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 28, 2026
Pêwendiya telefonî ya Bexda û Tehranê
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li ser şer û aloziyan bi telefonê axivîn.
Ofîsa Ragihandinê ya Wezareta Karên Derve ya Îraqê ragihand ku Ebas Eraqçî di peywendiyê de gotiye "Îran dê parastina xwe bidomîne" û diyar kiriye ku ew baregehên Amerîkayê yên li herêmê dikin hedef.
Li gorî daxuyaniyê, Fuad Husên diyar kiriye ku ew "bi tundî" li dijî zêdebûna aloziyên leşkerî ne û gotiye, "Şer ne çareserî ye."
#VÎDEO - Ev der Hewlêr e... Mûşekek li asmanan tê teqandin#Israel #Iran #Tahran #USA #طهران #تل_أبيب #Hewlêr pic.twitter.com/wjGPV01EOn
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 28, 2026
Daxuyaniya Qeymeqamê Herîrê
Qeymeqamê Navçeya Herîrê Şêrwan Celal jî îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:
"Em hemû îdiayên bombebaranê red dikin û sînorê me bi temamî aram e."
Salên borî bi hinceta hebûna baregehên leşkerî çend caran êrişî Herîrê hatibû kirin.
Qeymeqam li ser vê yekê jî got, "Ti hêzên Amerîkayê li herêma me nînin."
Îro 28ê Sibatê êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li hemberî Îranê dest pê kir û didome.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse