Operasyona li avahiya Parêzgariya Hewlêrê bi dawî bû

23-07-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Parêzgariya Hewlêrê Operasyon Çekdar Êrişkar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro serê sibehê di saet 07:15an de 3 çekdar ketin nav avahiya Parêzgariya Hewlêrê û piştî çar saet ji operasyona Asayiş û hêzên ewlehiya Hewlêrê, hersê êrişkar hatin kuştin û operasyon bi dawî bû.

 

Cîgirê Rêveberiya Asayişa Hewlêrê Barzan Qesab ku serperiştiya operasyona îro ya li avahiya Parêzgariya Hewlêrê dikir, ji Rûdawê re ragihand: “Operasyon bi dawî bû, hersê çekdar jî hatin kuştin.”

 

Rêveberê Asayişa Hewlêrê Tariq Nûrî ragihand:  “Em dizanin hersê ji ku derê de, nasname û navên wan li cem me diyar in, em ê piştre ji raya giştî re eşkere bikin. Ew sê kes bûn û di saeta 07:15an de êriş birin ser avahiya parêzgariyê, piştî operasyona hêzên ewlehiyê, hersê hatin kuştin û rewş hat kontrolkirin.”

 

Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî piştî temambûna operasyonê li ber avahiya Parêzgariya Hewlêrê di civîneke çapameniyê de ragihand: “Îro serê sibehê sê çekdarên terorîst êrişî avahiya parêzgariyê û  polîsên parêzgariyê kirin. Demildest qehremanên Asayişa Hewlêrê ji bo kontrolkirina wê derê û jinavbirina terorîstan hatin vê derê û hersê çekdarên terorîst hatin kuştin. Lê mixabin karmendekî me şehîd bû.”

 

Çekdaran di destpêkê de polîsê li ber deriyê avahiya Parêzgariya Hewlêrê birîndar kir û piştre ketin nav avahiyê. Çekdaran du çayger dîl girtin, hêzên ewlehiyê yek ji wan rizgar kir û yê din jî şehîd bû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst