Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan li Sûriyeyê li hemberî DAIŞê çend êrişên asmanî pêk anîne û di encamê de serkirdeyekî payebilind ê DAIŞl hatiye kuştin
CENTCOMê li ser êrişan daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, di navbera 27ê Kanûna Paşîn û 2yê Sibata 2026an de, hêzên Amerîkayê bi rêya balafirên şer, helîkopter û dronan 5 êrişên asmanî pêk anîne û tê de 50 mûşekên hûr û zîrek hatine bikaranîn.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê amaje bi wê yekê kir, armanc pêgeheke pêwendiyan a DAIŞê, navendeke girîng a lojîstîk û çend depo û cebilxane bûne.
Fermandarê CENTCOMê Brad Cooper ragihand, "Pêkan û jiholêrakirina van armancan nîşaneya berdewamiya baldarî û ji bo rêlibergirtina serhildana DAIŞê ya li Sûriyeyê rijdbûna me ye."
Kî hat kuştin?
Li gorî CENTCOMê, destkeftiya herî diyar a operasyonan, kuştina "Bîlal Hesen Casim" bûye ku 16ê Kanûna Paşîna 2026an di encama êrişeke hûr a Amerîkayê ya li bakurrojavayê Sûriyeyê de hatiye hedefgirtin.
Ew serkirde li gel wî çekdarê DAIŞê yê ku berpirsiyar bû di êrişa 13ê Kanûna Pêşîn a li ser hêzên Amerîkayê rasterast di pêwendiyê de bûye.
Ew êrişên CENTCOMê beşek in ji operasyona "Hawkeye Strike"yê ku wekî bersivekê ji bo êrişa 13ê Kanûna Pêşîna borî ya li hêzên Amerîkayê û Sûriyeyê li herêma Tedmûrê dest pê kiriye; di wê êrişê de 2 leşker û wergêrekî Amerîkayî hatibûn kuştin.
CENTCOMê eşkere kir, piştî nêzîkî 2 mehan ji destpêkirina vê operasyonê, zêdetirî 50 çekdarên DAIŞê hatine kuştin yan hatine desteserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse