Çekdaran li Girê Spî 6 ciwan birîndar kirin

28-05-2025
Nîşan Girê Spî Çekdar Êriş Ciwan Birîndarkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çekdaran li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê 6 ciwanên ji eşîra El Neîm birîndar kirin.

Li gorî nûçeya ANHAyê, bûyerê li bajarokê Silûkê yê Girê Spî rû daye.

Çekdarên koma "Siqûr El Sunna" ya ku Tirkiye piştgiriyê didiyê êrişî eşîra El Neîm a Ereb kiriye.

Di vê êrişê de 6 ciwanên ji eşîra El Neîm birîndar bûne.

Ji ciwanên ku birîndar bûne Qusey El Delo, Mahir Ebûd, Udey El Ebo, Xalid Ebûd û Xelîl El Eswed hatin naskirin.

Heta niha sedema êrişa çekdaran diyar nebûye.

Bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê 9ê Çiriya Pêşîna 2019an ji aliyê Tirkiye û kom û komikên wê ve hatine dagirkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst