ÎHD: Li girtîgehan 1,412 girtiyên nexweş hene

23-08-2025
RÛDAW
Nîşan ÎHD Girtiyên Nexweş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Mafên Mirovan da zanîn ku rewşa 335 girtiyan giran e û bang kir ku rê li ber dermankirina wan neyê girtin.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirov (ÎHD) di çalakiya xwe ya 700emîn de ragihand ku li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 1,412 girtiyên nexweş hene û rewşa 335 kesan giran e.

Komîsyonê diyar kir ku astengkirina dermankirinê bûye "şkenceyek ku bi mirinê bi encam dibe."

Komîsyona ÎHDyê, ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiyekê li dar dixe.

Beriya çalakiyê daxuyaniyek hat dayîn û amarên herî dawî yên li ser girtiyên nexweş hatin eşkerekirin.

Komîsyonê diyar kir ku astengkirina mafê tenduristiyê û dermankirinê ji bo girtiyên nexweş veguheriye "şkenceyeke ku bi mirinê bi encam dibe."

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku astengiyên li pêşiya paşxistina înfaza girtiyan bên rakirin û bang hat kirin ku dawî li derengxistina berdana girtiyên nexweş ên cezayê wan xilas bûye were anîn.

Li gorî amarên ÎHDyê rewş hejmara girtiyên nexweş wisa ye:

Hejmara giştî: 1,412

Rewşa giran: 335

Nikarin bi tena serê xwe bijîn: 230

Pêwîstiya wan bi alîkariyê heye: 105

Divê di bin çavdêriyê de bin: 188

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst