Hewlêr (Rûdaw) – Hişkesalî ji bo Hewzeya Gola Wanê zengila metirsiyê lê dixe. Ji ber germa zêde û kêmbûna baranê, av li beravên navçeyên wekî Erdîş, Gewaş, Artêmet û Bergiriyê bi awayekî berbiçav vekişiyaye.
Karesata herî mezin li navçeya Qelqeliyê qewimiye û golên Tuzê û Akgolê yên herêmê bi temamî ziwa bûne.
Pispor rewşê wekî encameke rasterast a guherîna avûhewayê ya cîhanî dinirxînin.
Akademîsyenê Beşa Erdnîgariyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Prof. Dr. Faruk Alaeddînoglu ragihand ku bandora guherîna avûhewayê her ku diçe kûrtir dibe.
Prof. Dr. Alaeddînoglu destnîşan kir ku ev guherîn ne tenê bandorê li golan dike û got, "Ji ber hişkesaliyê, ava çem, bendav, gol û çavkaniyên avê yên li Hewzeya Gola Wanê bi giştî di bin metirsiya ziwwabûnê de ne."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse