Agirê li daristanên Merîwanê nehatiye vemirandin

23-08-2025
RÛDAW
Nîşan Merîwan Agir Daristan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Çavkaniyên Xwezayî yê Parêzgeha Sineyê dibêje, hewldanên ji bo kontrolkirin û vemirandina agirê li daristanên Merîwan berdewam dikin.

Birêvebirê Giştî yê Çavkaniyên Xwezayî yê Parêzgeha Sineyê Behzad Şerîfîpûr îro ragihand ku beşek ji agirê daristanên li Merîwanê hatiye kontrolkirin lê li beşeke din hîn jî didome.

Behzad Şerîfîpûr got, "Bi hewldanên tîmên Birêvebiriya Çavkaniyên Xwezayî, jîngehparêz û xelkê herêmê, agirê daristanên her du gundên Binawçile û Dereweranê hat kontrolkirin.

“Herêm asê ye û kontrolkirina agir zehmet e”

Lê li daristanên di navbera gundên Haneşêxan û Hencîranê de agir hîn heye û ji ber ku herêm asê ye, kontrolkirina agir zehmet e."

Li gorî gotina Birêvebirê Giştî yê Çavkaniyên Xwezayî yê Parêzgeha Sineyê baya bihêz a li herêmê, karê tîman û jîngehparêzan ji bo kontrolkirina agir dijwartir kiriye.

Behzad Şerîfîpûr xwest ku tenê jîngehparêzên bi ezmûn û kesên şareza yên navçeyê beşdarî vemirandina agir bibin da ku karesatên mirovî çênebin.

Şerîfîpûr ragihand ku 50 kes ji tîmên çavkaniyên xwezayî û 60 jîngehparêz beşdarî vemirandina agirê daristanên Merîwan bûne.

Daxwaza helîkopterê hatiye kirin

Wî da zanîn ku ji bo vemirandina agirê daristanên Merîwan daxwaza helîkopterê kirine.

Behzad Şerîfîpûr derbarê zerer û ziyanên agir jî got ku heta niha ji bo ziyanê ti nirxandinên fermî nehatiye kirin û piştî kontrolkirina agir dê ziyan bên texmînkirin û ji raya giştî re bên ragihandin.

Li daristanên gundê Haneşêxan ê li bajarê Merîwan agir derketibû û êvara roja çarşemê ji aliyê tîmên Encumena Kesk a Çiyayê Merîwan, jîngehparêzên xwebexş, xelkê herêmê û tîmên Birêvebirya Parastina Jîngehê ve hatibû kontrolkirin lê êvara heman rojê agir li daristanên herêmê ji nû ve derket.

Agir di destpêkê de li daristanên gundê Haneşêxan ê Merîwan derket û paşê ber bi gundên Gagil, Binawçile, Hencîran û Dereweranê belav bû.

21ê Tebaxa 2025an Jîngehparêz û Endamê Encumena Kesk a Çiyayê Merîwan Îrfan Huseynî ji Rûdawê re got:

"Ji duh êvarê ve agir li daristanên gundê Haneşêxan ji nû ve derketiye û ber bi gundên Gagil, Binawçile, Hencîran û Dereweran belav bûye."

Ji du milyon û 900 hezar hektar rûberê parêzgeha Sineyê, 340 hezar hektar daristan e û milyonek û 740 hezar hektar jî mêrg û çêrgeh in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst