Li Merîwanê tankerek teqiya: Kesek mir

23-09-2025
RÛDAW
Nîşan Merîwan Tanker Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma pîşesaziyê ya bajarê Merîwanê di encama teqîna tankerekê de welatiyek mir û welatiyekî din jî birîndar bû.

Birêvebirê Nexweşxaneya Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê Babek Hudayî ragihand, "Li herêma pîşesaziyê ya Merîwanê teqînek çêbû û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da."

Babek Hudaî got:

"Bûyer di dema lehîmkirina tankereke sotemeniyê de qewimiye.

Tanker teqiyaye û di encamê de kesekî canê xwe ji dest daye û kesek jî birîndar bûye."

Birêvebirê Nexweşxaneya Sineyê Babek Hudayî diyar kir, beriya ku tîmên hawarçûnê bigihêjin cihê bûyerê, kesê ku di nava tankerê de dixebitî mir.

Babek Hudayî her wiha amaje bi wê yekê kir ku rewşa birîndar ne baş e û li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst