Li Germiyanê navçeyek û li Zaxoyê jî nahiyeyek tê avakirin: Nêçîrvan Barzanî îmze kir

23-09-2025
RÛDAW
Nîşan Serokatiya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Rizgarî Avkan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê biryar da ku nahiyeya Rizgariyê ya Germiyanê bibe navçe û Avkan a Zaxoyê jî bibe nahiye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, fermana ji bo avakirina navçeya Rizgariyê ya Îdareya Serbixwe ya Germiyanê îmze kir ku heman sînorê niha yê nahiyeya Rizgariyê li xwe digire.

Nêçîrvan Barzanî ji bo xizmetkirina zêdetir a xelkê fermana avakirina nahiyeya Avkanê ya Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê îmze kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku avakirina navçeya Rizgariyê ya Germiyanê û nahiyeya Avkanê ya Zaxoyê, dê ji bo bipêşxistina xizmetguzariyan a şêniyên wan herêman bibe alîkar û dê bibe bersivdaneke baştir ji bo daxwaz û çaverêyên welatiyên wan sînoran.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst