Hewlêr (Rûdaw) - Endamên komîteyên hilbijartinê yên li bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê ji bo destpêkirina karên xwe sonda yasayî xwar.
Armanca van komîteyan diyarkirina endamên desteya dengderan e ji bo hilbijartinên Meclisa Gel a Sûriyeyê.
Sonda yasayî
Endamên komîteya hilbijartinê 22yê Îlonê bi awayekî fermî sonda xwe ya yasayî xwar.
Kesên ku sond xwariye, endamên komîteya hilbijartinê ya bajarê Serê Kaniyê yê parêzgeha Hisîçayê, Girê Spî û Mîdanê yên li ser sînorê parêzgeha Reqayê ne.
Wan li beramberî Serokê Komîteya Bilind a Hilbijartinê ya Meclisa Gel a Sûriyeyê Mihemed Teha Ehmed sond xwariye.
Diyarkirina Endaman
Komîteya Bilind a Hilbijartinê ya Meclisa Gel a Sûriyeyê 10ê Îlona 2025an de fermana diyarkirina endamên van komîteyan dabû.
Komîteya li Serê Kaniyê ji çar kesan pêk tê lê komîteyên li Reqayê û Girê Spî her yek ji wan sê endam in.
Li gorî ajansa SANAyê, piştî sondxwarinê dê ev endam dest bi kar bikin ji bo diyarkirina endamên desteya dengderan li herêmên xwe ku ew dê nûnerên xwe ji bo Meclisa Niştimanî ya Sûriyeyê hilbijêrin.
Hejmara endamên Meclisa Gel a Sûriyeyê ji bo 210 endaman hatiye kêmkirin û dê li her herêmeke hilbijartinê desteyeke dengderan were avakirin ku ew dê du ji sêyan (2/3) endamên Meclisa Gel a Sûriyeyê hilbijêrin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse