Hikûmeta Şamê li Serê Kaniyê û Girê Spî sindoq danîne

23-10-2025
RÛDAW
Serê Kaniyê / Wêne: Arşîv
Serê Kaniyê / Wêne: Arşîv
Nîşan Serê Kaniyê Girê Spî Hikûmeta Sûriyeyê Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li herêmên Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê “hilbijartinan” dike û sindoqên dengdanê danîne.

Li Serê Kaniyê sindoqên dengdanê li Navenda Çandî ya bajêr hatin danîn.

Li Girê Spî jî pêvajoya dengdanê li hola deriyê sînorî berdewam dike.

Her wiha ji bo kesên ku dixwazin li Şamê dengê xwe bidin, li navenda Parlamentoya Sûriyeyê sindoq hatine amadekirin.

Ji bo herêmên Serê Kaniyê û Girê Spî bi giştî 3 kursiyên parlamentoyê hatine veqetandin.

Divê were gotin Girê Spî li ser Reqayê û Serê Kaniyê jî li ser Hisîçiya (Hesekê) ye.

Hilbijartinên Parlamentoya Sûriyeyê li Hisîça (Hesekê) û Reqayê tenê li herêmên Serê Kaniyê û Girê Spî tên kirin.

Ev her du herêm ji Çiriya Pêşîn a 2019an ve di bin destê komên çekdar ên ser bi Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê de ne ku Tirkiye piştgiriyê didiyê.

Li Sûriyeyê 5ê Çiriya Pêşîn hilbijartin hatin kirin lê herêmên Rêveberiya Xweser û Siwêda (gelê wê Durzî ye) tevlî van hilbijartinan nebûn.

Ji 210 kursiyan, 140 bi dengdana nerasterast ji aliyê nêzîkî 6,000 nûnerên ji jêrkomîteyên herêmî ve tên hilbijartin.

70 kursî jî dê ji aliyê Serokkomarê Demkî Ehmed Şer ve li gorî daxuyaniya destûrî ya ku meha adarê hatibû pejirandibûn bên tayînkirin.

Li hêla din, Rêveberiya Xweser ew hilbijartin bi rengê "dûrker û nedemokratîk" pênase kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst