Hewlêr (Rûdaw) - Encamên kampanyaya "Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim" a ku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hatibû destpêkirin, bi awayekî fermî ji Neteweyên Yekbûyî (NY), saziyên Ewropayê û Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê re hatin şandin.
Di çarçoveya kampanyayê de, 2 hezar û 541 kesayetiyên ji pêkhateyên cuda xwestiye biçe serdana Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan.
Kampanyaya navneteweyî ya " I Want to Visit Ocalan / Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim" ku 20ê Tebaxa 2025an ji aliyê Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ve hatibû destpêkirin, 10ê Îlonê bi dawî bû.
Her du însiyatîfan 21ê Îlonê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku 2 hezar û 541 kesayetiyên wekî çalakvanên mafên mirovan, akademîsyen, siyasetmedar, rewşenbîr, serokên eşîran, melayên olî, bijîşk û endezyaran ji seranserê Sûriyeyê (Şam, Heleb, Laziqiyê, Tertûs, Hums, Deraa, Quneytra, Siwêda û Îdlibê) beşdarî kampanyayê bûne.
Di nav beşdaran de nûnerên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan-Asûr, Ermen, Êzidî, Tirkmen, Çerkez û her wiha ji mezhebên cuda yên Îslamî (Sunî, Elewî, Îsmaîlî û Durzî) jî hebûn.
"Daxwazname gihîştin navnîşanên xwe"
Endamê Birêvebirya Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzende Munzur ragihand ku wan duh encamên kampanyayê û navên kesayetên ku daxwaza hevdîtinê kiriye, wekî nameyekê ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Komîteya Pêşîlêgirtina Şkenceyê ya Ewropayê (CPT), Serokatiya Konseya Yekîtiya Ewropayê, Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê re şandine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse