Gulale - Bikujên 3 kesên ji malbatekê hatin girtin

23-10-2018
RÛDAW
Nîşan Xaneqîn Gulale Kuştin Bikuj Girtin Rêveberê Bajarokê Gulale Yeiqûb Yûsif
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bikujên malbateke sê kesî ya bajarokê Gulale yê ser bi qezaya xaneqînê hatin girtin. Rêveberê Gulale jî dibêje, kesên tawanbar xwarizyên zilamê malbatê bûn û bo dizîna 3 milyon dînarî ew tawan kirine.

 

Rêveberê Bajarokê Gulale, Yeiqûb Yûsif di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, “roja Duşembiyê 22ê Cotmeha 2018 bikujên malbata 3 kesî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin.”

 

Roja Yekşembiyê 21ê Cotmehê li Taxa Tecnîd a li rojhilatê Gulale, keçeke 16 salî tevî dayik û bavê wê di malekê de hatibûn kuştin.

 

Rêveberê Bajarokê Gulale herwiha diyar kir: “Encamderên vê tawanê du kes in bi navê Enes û Ela ku xwarziyên zilamê malbatê ne.”

 

Yeiqûb Yûsif da xuyakirin, wan herdu kesan xal û jinxal û keça xalê xwe tenê ji ber 3 milyon dînarên iraqî kuştine û piştî ku wan hersê kesan dikujin, pere bi xwe re dibin û direvin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst