Pizîşkiyan: Bajarên Urmiye û Mehabadê hatine têkdan

23-10-2025
RÛDAW
Nîşan Mesûd Pizîşkiyan Urmiye Mehabad Rojhilatê Kurdistanê Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan rexne li têkdana bajarên Urmiye û Mehabadê girt û got, "Demekê ji Urmiyê re digotin Parîsa Îranê lê niha wekî Efxanistanê lê tê kirin."

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan li bajarê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê bi hejmarek çalakvan û berpirsên parêzgehê re civiya.

Mesûd Pizîşkiyan di gotara xwe de got, bajar hatine têkdan û wekî mînak behsa bajarên Urmiye û Mehabadê kir.

Pizîşkiyan amaje pê kir ku ew bi xwe li Mehabadê ji dayîk bûye û li Urmiyeyê mezin bûye û anî ziman:

"Dema ez dibînim ku wisa li Mehabadê kirine, ez matmayî dimînim.

Bajarekî din bû lê niha ew kirine tiştekî din."

Serokkomarê Îranê her wiha derbarê Urmiyeyê got:

"Demekê ji Urmiyeyê re digotin Parîsa Îranê lê niha hindik maye ku wekî Efxanistanê lê bê kirin."

Rexneyên Serokkomarê Îranê derbarê têkdana şêwaza avahîsazî û xwezayî û jîngeha bajaran bûn û wî planên bipêşxistinên bajaran wekî neguncav bi nav kir.

Pizîşkiyan daxwaza alîkariyê ji pispor û mamosteyên zanîngehê kir ku ji bo bipêşxistina bajarên Urmiye, Mehabad, Xoy, Makû û Bokanê planeke berfireh deynin.

Pizîşkiyan da zanîn ku divê nexşeyeke bipêşxistinê ya zelal hebe da ku "her birêvebir yan berpirsek nikaribe li gorî daxwaz û dilê xwe, planên bipêşxistin û berfirehkirinê deyne".

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst