Sedî Pîre: Zehmet e ku Parlamentoya Kurdistanê berî hilbijartinên Îraqê bicive

23-10-2025
RÛDAW
Nîşan Sedî Pîre YNK PDK Parlamentoya Kurdistanê Hilbijartinên Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Polîtboruya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Sedî Pîre ragihand, "zehmet e" ku Parlamentoya Kurdistanê beriya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê, karibe bicive.

Sedî Pîre ji Nûçegihana Rûdawê Peyam Serbestê re got:

"Hilbijartinên dewreya şeşemîn a Parlamentoya Îraqê piştî aloziyeke mezin a herêmî û navneteweyî tên, guherîn hene û divê Îraq xwedî li xwe derkeve."

Sedî Pîre bal kişand ser mijarên ku li Îraqê ji bo Kurdan girîng in û got:

"Ev hilbijartin ji bo çend xalên sereke girîng e: Meseleya şer û aştiya li Îraqê, reform, pêkanîna destûrê û Madeya 140î, ewlehiya sînoran, piştgiriya ji bo pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê û mijarên girêdayî Rojavayê Kurdistanê."

Wî her wiha anî zimên, "Li gorî hejmara kursiyên ku Kurd bi dest dixin, ew dê ji bo aştî, îstiqrar û bicihanîna van xalan hewl bidin."

Sedî Pîre wan aliyên ku ji YNKyê veqetiyane wekî mixalefetê nabîne û û wî got:

"Di nav YNKyê de ev cure kar her hebûne û wan xwe ceribandiye lê bi ser neketine."

Zêdetirî salekê di ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê re derbas bûye lê PDK û YNK hîn negihîştine rêkeftinekê ji bo avakirina kabîneya dehemîn.

Beriya bangeşeya hilbijartinê, wan li ser post û bernameya hikûmeta nû gotûbêj kiribûn lê rêkeftineke dawî nekiribû.

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî 15ê Çiriya Pêşîn a 2025an ji Rûdawê re gotibû:

"Em Wezareta Karên Navxwe nadin YNKyê, PDK wê wezaretê wekî para xwe dibîne."

Wî her wiha hişyarî da ku piştî hilbijartinê, YNK dê wî tiştê ku PDKyê beriya hilbijartinê didayê bi dest nexe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst