Zehferana Geverê derbasî bazaran dibe, Derya serkêşiya projeyê dike

23-10-2025
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Derya Taşar û kulîlka zehferanê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Derya Taşar û kulîlka zehferanê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Derya Taşar Gever Zehferan Colemêrg
A+ A-

Gever (Rûdaw) - Li gundê Sînevayê yê Gevera Colemêrga Bakurê Kurdistanê, jineke ciwan a bi navê Derya Taşar dest bi çandina zehferanê kiriye ku yek ji biharatên herî giranbiha yên cîhanê ye.

Cotkarên Kurd, bi taybetî li parêzgeha Colemêrgê her sal berhemên nû diceribînin û gelek caran jî serkeftî dibin.

Derya Taşar jî yek ji wan cotkaran e ku çandiniya modern dike.

Derya Taşarê li gundê Sînevayê yê Geverê dest bi çandina zehferanê kiriye.

Deryayê îlhama xwe ji Îranê wergirtiye û niha berhemên xwe yên yekem berhev dike da ku "zehferana Geverê" derbasî bazaran bike.

Zehferana ku wekî "zêrê sor" jî tê naskirin, biharateke giranbuha ye û ji kulîlkeke binefşî tê bidestxistin.

Ew di xwarin, vexwarin û şîraniyan de tê bikaranîn û reng û bêhneke taybet dide xwarinan.

“Madem li Îranê çêdibe, çima li vir çênebe?”

Zehferan herî zêde li Îran û Efxanistanê tê çandin. Derya Taşara ku ev kar cara yekem li Geverê ceribandiye behsa serpêhatiya karê xwe kir û got:

“Zehferan herî zêde li Îranê tê çandin û di navbera me û Îranê de jî tenê nîv saet heye.

Min jî got, Madem li Îranê çêdibe, çima li gundên me neyê çandin?’

Me li Geverê cara yekem ceriband. Beriya 35-40 rojan me pîvazên zehferanê li zeviya xwe çandin û niha jî kulîlkên wê derketine.”

Ji dermanan heta bedewkariyê: Bihayê kîloyekê 6 hezar lîre ye

Zehferan ne tenê wekî biharat, di heman demê de di sektorên dermansazî û bedewkariyê de jî tê bikaranîn.

Îsal, kîloyeke zehferanê bi derdora 6 hezar lîreyên Tirkî tê firotin.

Pakîze Taşara dayîka Deryayê jî bi kelecan alîkariya keça xwe dike.

Pakîze Taşarê jî behsa karên keça xwe kir û got, “Keça min got, ‘Ez dê zehferanê biçînim.’ Min jî got, ‘Ez nizanim çi ye, çawa tê çandin.’

Me çand û ez jî alîkariya keça xwe dikim. Ez kulîlkên zehferanê kom dikim. Dibêjin gelekî bihaye.”

Zehferan herî zêde di nav Kurdên Rojhilatê Kurdistanê de tê naskirin.

Li wir hem çaya wê tê vexwarin, hem jî wekî biharat li ser birincê tê bikaranîn.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê salane tenê derdora 500 kîlo zehferanê tê hilberîn lê bi hewldanên cotkarên wekî Deryayê re dibe ku ev hejmar di paşerojê de zêde bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst