Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmut Dîndar ragihand ku hişmendiya kuştina Kurdan bi Partiya Komarî ya Gel (CHP) destê kiriye.
Parlamenterê Kurd da zanîn ku çûna heyeta Komîsyonê ya ji bo Îmraliyê gelekî girîng e.
Mahmut Dîndar hêvî dike ku piştî vê serdanê, pêvajo bikeve qonaxeke nû û êdî li Tirkiyeyê kuştin û girtin nemînin.
Siyasetmedarê Kurd her wiha got ku hişmendiya înkarkirina Kurdan bi CHPyê dest pê kiriye û divê CHP siyaseteke nû bi cîh bîne.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmut Dîndar ji Frankfurt a Almanyayê bû mêhvanê Bultena Bakur a Rûdawê û li ser ziyareta heyeta Komîsyonê ya ji bo Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bersiv da pirsên Dildar Herkî.
"Çûna heyetê ya ji bo Îmraliyê ji bo me gelek girîng e"
Mahmut Dîndar di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya çûna Îmraliyê û got, “Rastî, çûna li wir ji bo me gelek girîng e. Yanî ew Komîsyona ku hat avakirin, piştî sed salan pêk tê.
Em dizanin ku hişmendiya CHPyê Kurdistan kiriye 4 parçe.
Em dixwazin piştî vê ziyaretê pêvajo bikeve qonaxeke nû. Em naxwazin êdî kuştin û girtinan bibînin.”
Dîndar da zanîn ku wan sed salên borî li pişt xwe hiştine û ew dikevin sedsaleke nû û got:
“Divê CHP jî êdî xwe biguherîne, siyaseteke nû deyne ortê ku gelê Kurd, gelê Tirk, tevahiya gelên Tirkiyeyê ku îro nasnameya wan tune ye ku bên tune hesibandin...
Em naxwazin şaşiyan bikin.”
Parlamenterê Wanê hêviya xwe anî zimên ku heyet biçe Îmraliyê û li gel Ocalan hevdîtinê bike û got, “Bêguman Birêz Ocalan jî dê şîroveyên xwe û daxuyaniyên xwe bike, gotinên xwe bîne zimên.
Ji bo vê sed sala ku em piştguh kirine bi dawî bibe, ew qetlîamên ku anîne serê Kurdan, tunebûna Kurdan, çanda Kurdan, zimanê Kurdan ku sed salan nas nekirine ji holê rabin ev pêvajo gelekî girîng e.”
"Divê di sedsala nû de li Tirkiyeyê jiyaneke hevbeş hebe"
Mahmut Dîndar teqez kir ku şerê 42 salan ji bo dîtina rojeke wekî îro bû û got, “Em dixwazin piştî vê ziyaretê pêvajo bikeve qonaxeke nû. Em naxwazin êdî kuştin û girtinan bibînin.
Em dixwazin di sedsala nû li Tirkiyeyê jiyaneke hevbeş hebe.”
"Hişmendiya kuştina Kurdan bi CHPyê dest pê kiribû"
Dîndar helwesta CHPyê ya li hemberî neçûna Îmraliyê jî rexne kir û ev yek bi siyaseta dîrokî ya partiyê ve girêda.
Parlamenterê DEM Partiyê amaje bi kiryarên CHPyê yên dijî Kurdan jî kir û got:
“Hişmendiya kuştina Kurdan bi CHPyê dest pê kiribû. Kesekî wekî Selahattîn Demîrtaş jî ji ber hişmendiya CHPyê di zindanê de ye.
Divê CHP siyaseteke nû bi cih bike. Em li benda wê ne ku CHP jî xwe biguherîne.”
“Em li gorî berjwendiyên Kurdan siyasetê dikin”
Li ser pirsa ka “Gelo piştî vê helwestê dê CHP û DEM Partî careke din bibin tifaq? jî Dîndar got, “Em nikarin tiştekî bêjin. Siyaset tiştekî cuda ye.
Em nikarin îro tiştekî wisa bêjin. Em li benda helwesta CHPyê ne. Dibe ku CHP karibe xwe biguherîne û tiştekî cuda deyne holê.
Em ne nêzîkî AK Partiyê ne ne jî nêzîkî CHPyê ne. Em siyaseta rêya sêyemîn dimeşînin. Siyaseta me cuda ye.
Ev pirsgirêk ne pirsgirêka CHPyê, AK Partiyê yan DEM Partiyê ye. Ev Pirsgirêka Kurdan a sed salan e ya Tirkiye û dewletên Rojhilata Navîn e.
Em li gorî berjewendiyên gelê Kurd tevdigerin. Kîjan siyaset ji bo Kurdan bi feyde be, em dê wê siyasetê bimeşînin.
Em li ser bingeha serketinê tevdigerin. Em dixwazin kursiyan bistînin, Kurd tiştekî qezenc bikin, em li ser wê siyasetê ne.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse