Asayîş: Şervan Efrîn şehîd ket

2 demjimêr berê
Nîşan Asayîş Şervan Efrîn Nasname Şêx Meqsûd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) a Kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe yê şehîd eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku endamekî wan ê bi navê Şervan Efrîn (Mihemed Oso) Kanûna Paşîn a 2026an li taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê canê xwe ji dest daye.

Hat destnîşankirin ku Şervan Efrîn di dema bersivdana êrişên li ser Taxa Şêx Meqsûdê de şehîd ketiye.

Asayîşê da zanîn ku ew sala 2019an tevlî nava refên wan bûye û sersaxî ji malbata Mihemed Oso re xwest.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku ew dê ji bo pêkanîna armancên şehîdan bixebitin û nirxên şoreşê biparêzin.

Li gorî daxuyaniyê, agahiyên li ser nasnameya wî şervanî wiha ne:

Nasnav: Şervan Efrîn

Nav û paşnav: Mihemed Oso

Navê bav: Osman

Navê dayîkê: Mewlûde

Cih û sala jidayîkbûnê: Efrîn - 1980

Cih û dema şehadetê: Şêx Meqsûd - Kanûna Paşîn a 2026an

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst