Nasnameyên 7 şervanan hatin eşkerekirin

23-01-2025
RÛDAW
Nîşan HSD Şervan Nasname
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nasnameyên 7 şervanan eşkere kirin ku di êrişên komên çekdar de canê xwe ji dest daye.

Êrişên çekdarên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê" ya nêzikî Tirkiyeyê yên li derdora Pira Qereqozaqê û Bendava Tişrînê berdewam dikin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku di êrişên kom û komikên çekdar de 7 şervanan di demên cuda de û li cihên cuda canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya 7 şervanan wiha ne:

Amanos Xezînî (Oso Mehmûd Bekî) li Minbicê ji dayîk bûye û 11ê Kanûna Pêşîn a 2024an li Pira Qereqozaqê canê xwe ji dest daye.

Dijwar Xezînî (Riyad Şukrî Bekî) li Xezîniyê ji dayîk bûye û 11ê Kanûna Pêşîn a 2024an li Pira Qereqozaqê canê xwe ji dest daye.

Sarût (Omer Ezîz El Eliyan) li Derencê ji dayîk bûye û 20ê Kanûna Paşîn a 2025an li Derencê canê xwe ji dest daye.

Şoreş Xezînî (Mihemed Mehmûd Bekî) li Minbicê ji dayîk bûye û 11ê Kanûna Pêşîn a 2024an li Pira Qereqozaqê canê xwe ji dest daye.

Agirî Hesekê (Mehmûd Mihemed El Ezawî) li Hisîçayê ji dayîk bûye û 15ê Kanûna Paşîn a 2025an li Aliyayê canê xwe ji dest daye.

Dêrsim Hesekê (Ehmed Hemîd Yasîn) li Hisîçayê ji dayîk bûye û 21ê Kanûna Paşîn a 2025an li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Ehmed Omer Qarî li Kobaniyê ji dayîk bûye û 19ê Kanûna Paşîn a 2025an li Çiyayê Berkelê yê Kobaniyê canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst