Hewlêr (Rûdaw) - Li Ameda Bakurê Kurdistanê, bi hinceta ku wan di Newrozê de “wêneyên gerîlayên PKKyê” bilind kirine 6 kes hatin desteserkirin.
Birêvebiriya Giştî ya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê ragihand, 6 kesên ku di çalakiyên Newrozê yên li Amedê de pankarta “endamên rêxistinê bilind kiribûn” hatine desteserkirin.
Newroza Amedê roja 21ê Adarê bi beşdariya bi sed hezaran kesan hat pîrozkirin.
Li Bakurê Kurdistanê îsal Newroz ji ber "pêvajoya aştiyê" di nav aramiyê de hat pîrozkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse