Qubad Talebanî: Êrişa li Soranê li dijî prensîbên cîrantiya baş e

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Qubad Talebanî Pêşmerge Soran Îran Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî êrişa îro ya li Pêşmergeyan hatiye kirin şermezar kir û got, “Êrişa li Soranê li dijî prensîbên cîrantiya baş e.”

Wezareta Pêşmergeyan ragihand ku îro serê sibehê Îranê bi 6 mûşekan êrişî hêzên wan kiriye.

Di encama vê êrişê de 6 Pêşmerge şehîd bûn û 30 Pêşmerge jî birîndar bûn.

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî derbarê mijarê de daxuyaniyek da.

"Em ne parçeyekî vî şerî ne"

Qubad Talebanî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku wan ji destpêka şer ve helwesta xwe eşkere kiriye û got:

"Me ji her aliyan re zelal kir ku Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmergeyan ne parçeyekî vî şerî ne.

Lê mixabin di vê demê de Herêma Kurdistanê bi dehan caran bû armanca êrişan."

"Binpêkirina serweriya axê ye"

Qubad Talebanî bal kişand ser êrişa dawî ya li sînorê Soranê û wiha dewam kir:

"Di êrişa dawî ya bi mûşekan de jî ku li Soranê pêk hat, 6 Pêşmergeyên Kurdistanê şehîd bûn û hinek Pêşmerge jî birîndar bûn.

Em armanckirina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi tundî şermezar dikin."

Talebanî diyar kir ku ew vê êrişê wekî binpêkirina serweriya axa Îraqê û Herêma Kurdistanê dibînin.

Wî eşkere kir ku ev yek li dijî prensîbên cîrantiya baş e.

Di dawiya peyamê de Qubad Talebanî sersaxî ji malbat û xizmên her 6 şehîdan re xwest.

Her wiha wî ji bo Pêşmergeyên birîndar jî daxwaza şifaya bilez kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst