Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî êrişa li ser hêzên Pêşmergeyan "bi tundî" şermezar kir û ragihand, ew êrişeke dijminane ye û ti hincetê ranagire.
Serok Barzanî her wiha got, "Ev çendîn car e ku ev cure êriş bêyî guhdana li bingehên cîrantiyê û yasaya navneteweyî li dijî Herêma Kurdistanê tên kirin.
Wezareta Pêşmergeyan ragihand ku îro serê sibehê Îranê bi şeş mûşekan êrişî hêzên wan kiriye û di vê êrişê de 6 Pêşmerge şehîd ketine û 30 Pêşmerge jî birîndar bûne.
Serok Mesûd Barzanî li ser êrişê daxuyaniyek belav kir.
"Êrişeke dijminane ye"
Serok Barzanî di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Ez wê êrişa ku berê sibêha îro bi mûşekên Îranê li ser baregehên Hêza Pêşmergeya Kurdistanê hat kirin bi tundî şermezar dikim.
Mixabin di encamê de hejmarek Pêşmergeyên qehreman şehîd ketin û hejmareke din jî birîndar bûn.
Ez sersaxiyê ji malbatên şehîdên wê êrişa nerewa re dixwazim, xwe wekî hevparê xema wan dibînim û hêviya başbûneke bilez ji birîndaran re dixwazim.
Ew êrişeke dijminane ye û ti hincetê ranagire.
Ev çendîn car e ku ev cure êriş bêyî guhdan li bingehên cîrantiyê û yasaya navneteweyî li dijî Herêma Kurdistanê tên kirin.
Ev di demekê de ye ku Herêma Kurdistanê ne beşek ji şerê niha yê li herêmê ye û ti carî ji bo cîranan nebûye gef.
Pêşmerge sermayeya herî ezîz û binirx a gelê me ye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse