Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bangî aliyên Kurdistanî kir ku bi gotareke hevpar û helwesteke yekgirtî li dijî êrişên li ser Pêşmergeyan rawestin.
PDKyê her wiha ragihand ku Herêma Kurdistanê ti carî nebûye beşek ji alozî û pevçûnan.
Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) derbarê êrişa berê sibeha îro ya li Soranê daxuyaniyek belav kir.
PDKyê got, "Em wê êrişa ne rewa û bê sedem bi tundî şermezar dikin."
Wezareta Pêşmerge ragihandibû, berê sibeha îro Îranê bi 6 mûşekan êrişî hêzên wan kiriye.
Di encama êrişê de 6 Pêşmergeyan canê xwe ji dest daye û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji destpêka şer û aloziyên li herêmê ve çendîn êrişên ne rewa û dijminane li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin û ya dawî jî êrişa îro ya bi mûşekan bû.
"Bila hikûmeta federal sînorekî deyne"
PDKyê diyar kir ku ew bi "dilgiraniyeke kûr" li wan pêşketinan dinêre û got:
"Em li bendê ne ku hikûmeta federal û saziyên pêwendîdar di demeke herî kurt de sînorekî ji bo wan destdirêjiyên li ser axa Herêma Kurdistanê deynin."
Polîtburoya PDKyê her wiha bangî hikûmeta Îraqê kir ku bi erkên xwe yên destûrî rabe û welatiyan li hemberî destdirêjiyên li ser serweriya Îraq û Herêma Kurdistanê biparêze.
Daxuyaniya Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê wiha ye:
"Em wê êrişa ne rewa û bêsedem a ku berê sibeha îro Sêşemê 24ê Adara 2026an li sînorê Îdareya Serbixwe ya Soranê li ser Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê hat kirin bi tundî şermezar dikin.
Mixabin di encamê de hejmarek Pêşmergeyên dilsoz şehîd ketin û birîndar bûn.
Em sersaxiyê ji malbatên serbilind ên şehîdan re dixwazin û ji birîndaran re şifaya xêrê hêvî dikin.
Herêma Kurdistanê ti carî nebûye beşek ji alozî û pevçûnan û her tim han daye hemû aliyan ku rêya diyalog û gotûbêjê bigirin ber xwe.
Me bi berdewamî tekezî li ser siyaseta aştîxwaz a Kurdistanê kiriye.
Lê mixabin ji destpêka şer û aloziyên li herêmê ve çendîn êrişên ne rewa û dijminane li ser herêma me hatine kirin ku ya dawî jî êrişa berê sibeha îro ya bi mûşekên Îranê bû.
Em bi dilgiraniyeke kûr li van bipêşketinan dinêrin.
Em li bendê ne ku hikûmeta federal û saziyên pêwendîdar çi qasî zû be sînorekî ji bo wan destdirêjiyên li ser axa Herêma Kurdistanê deynin û bi erkên xwe yên destûrî rabin da ku welatiyan û serweriya Îraq û Herêma Kurdistanê biparêzin.
Di heman demê de em bangî hemû hêz û aliyên Kurdistanî dikin ku em bi yekdengî û helwesteke hevpar li dijî van bipêşketinan rawestin û peyam û helwesta xwe ya niştimanî li hemberî wan binpêkarî û zilmên ku li hemberî welatî û herêma me tên kirin nîşan bidin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse