Hewlêr (Rûdaw) - Encumena Wezîran a Îraqê êrişa li Hêza Pêşmergeyan û Heşdî Şebiyê şermezar dike.
Encumena Wezîran a Îraqê ragihand ku hikûmet li ser parastina serweriya axa xwe rijd e.
Di heman demê de Wezîra Darayiyê ya Îraqê jî dibêje ku meaşên karmendan û budceya xerciyan hatine dabînkirin.
Encumena Wezîran a Îraqê bi serperiştiya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya.
Di destpêka civînê de Mihemed Şiya Sûdanî bal kişand ser amadebûna hêzên ewlehiyê û diyar kir ku ev amadebûn ji bo rûbirûbûna pêşhatên leşkerî yên li herêmê ye.
Wezareta Pêşmergeyan ragihandibû ku Îranê îro serê sibehê bi mûşekan êrişî Hêza Pêşmergeyan kiriye.
Êriş li Îdareya Serbixwe ya Soranê ya parêzgeha Hewlêrê pêk hat û di encamê de 6 Pêşmerge şehîd ketin û 30 Pêşmerge jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Îraqê, Encumena Wezîran êrişên li Pêşmergeyan û Heşdî Şebiyê "bi tundî" şermezar kirin.
Hikûmeta Îraqê tekezî li ser parastina asayîşa nûnertiyên dîplomatîk û balyozxaneyan kir û her wiha ragihand, ew rê nadin ti aliyan ku destwerdanê di serweriya Îraqê de bikin.
"Meaşên karmendan hatine dabînkirin"
Li gorî daxuyaniyê, Wezîra Darayiyê ya Îraqê Teyf Samî di civînê de axivî û got:
"Ji bo parastina aramiya darayî hemû rêyên pêwîst hatine girtin.
Wezareta Darayiyê meaşên karmendan û hemû xerciyên hikûmetê dabîn kirine."
Di civînê de Birêvebirê Şirketa SOMOyê jî amade bû û wî planên Wezareta Petrolê ya Îraqê yên ji bo hinardekirinê pêşkêş kirin.
Her wiha hinardekirina petrola Îraqê ya bi rêya boriya Kerkûk-Ceyhanê hat gotûbêjkirin.
Ev yek wekî hewleke ji bo zêdekirina dahata dewletê hate nirxandin.
Ji bilî van, Encumena Wezîran biryar da ku bi lezgînî benzîn were hawirdekirin û ev biryar ji bo tijîkirina wê kêmasiya ku di bazaran de çêbûye hate dayîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse