Hewlêr (Rûdaw) - Îranê bi mûşekên balîstîk baregeheke Hêzên Pêşmergeyan a li Spîlkê kir armanc.
Pêşmergeyên ku Piştiwan jî di nav de bû, mijûlî rizgarkirina hevsengerên xwe bûn.
Lê êrişa duyem a bi 2 mûşekên din dawî li jiyana 6 pêşmergeyan anî.
“Şehîdbûna wî cihê şanaziyê ye”
Mela Mûsa Mistefa, bavê Şehîd Piştîwan e û bi serbilindî qala kurê xwe dike.
Mela Mûsa Mistefa ji Rûdawê re got, "Şehîdbûna wî ji bo me cihê şanaziyê ye.
Em hemû di oxira rêbaza Barzanî û parastina Kurdistanê de amade ne canê xwe feda bikin."
Dema hevalên xwe rizgar dikirin şehîd ket
Hevsengerên Piştîwan qala kêliya êrişê dikin.
Ew dibêjin, piştî êrişa yekem, Piştîwan gotiye, "Îşev divê em hişyar û çavvekirî bin."
Ji bo ku ji selametiya hevsengerên xwe piştrast bibe, ber bi wan cihên ku mûşekên Îranê lê ketibûn ve çûye.
Lê di wê demê de êrişa duyem hatiye kirin û Piştîwan û 5 pêşmergeyên din şehîd ketin.
“5 caran dengekî mezin hat”
Sîrwan Semed, hevsengerê Şehîd Piştîwan e û di dema rûdanê de li ser erka xwe bû.
Ew dibêje, "Min nobedarî dikir, 5 caran dengekî mezin hat û wan bombebaran kir.
Em hemû derketin derve û destpêkê em silamet bûn.
Lê cara duyem li baregeha me li otomobîlekê xist û li wir birîndar û şehîdên me çêbûn.
Ew 6 pêşmerge di bombebarana duyem de şehîd ketin."
Ev 4 sal bûn pêşmerge bû
Şehîd Piştîwanê ku 1995an ji dayîk bûye ji gundê Biyê yê navçeya Şêrwana Mezin e.
Ew kurê mezin ê malê bû, zewicî bû û li Soranê dijiya.
Ev 4 sal bûn wî çeka parastina Kurdistanê dabû ser milê xwe û di dawiyê de di vê rêyê de canê xwe feda kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse